ÇAND Û HUNER

Kevintirîn gundên Cizîrê

Dem : 22 Îlon 2018 Şemî

Dilsoz DILDAR / HESEKÊ

Dîroka deverên herêma Cizîrê gelekî kevnar e. Gelek gundên kevnar ku dîroka wan digihîje serdemên cuda li Cizîrê hene. Yek ji wan gundan, gundê Sêkur Ihêmer e. Li gorî şandeya japon ku li girê dîrokî lêkolîn kirine, dîroka gund digihîje Serdema Kevir a Nû.

Gira Sêkur Ihêmer ku dikeve ser beravê rastê yê çemê Xabûr, 7 km li rojavayê navçeya Til Temirê, 47 km bakurê rojavayê Hesekê ye. Gir dişibe hêkê.

Li gorî serokê şandeya japon ya zanîngeha Tokyoyê Yoshihiro Nishaki dîroka gir vedigere 8 hezar sal beriya zayînê. Bi vê yekê Sêkur Ihêmer dibe kevntirîn gundên herêma Cizîrê. Her wiha ji Girê Xelef ê dîrokî yê devera Serêkaniyê yê ku dîroka wî diçe 3 hezar sal beriya zayînê, kevntir e.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Daîreya Parastina Şûnwaran a bajarê Hesekê Sîpan Ismaîl wiha got: “Nêzî hezar û 200 girên dîrokî li kantona Cizîrê hene. Heta niha xebatên lêkolîn û vekolînê tenê di 30 giran de hatin kirin. Ji ber wê mirov nikare texmîn bike ku gundê Sêkur Ihêmer ê herî kevnar e, dibe ku di demên pêş de gundên jê kevntir derkevin. Her wiha Ismaîl destnîşan kir ku girîngiya gund ji ber nêzîkbûna wê ji çemê Xabûr tê.

Çanda çiyayên Torosê

Lêkolîner û rêveberê şûnwaran ê Helelê yê berê Yûsif Kenco di pirtûka xwe de (Ji sed cihên dîrokî yên Sûriyeyê) tekez dike ku ji ber şêwazên avahiyên ku li gir hatine vekolandin, çanda gir bi çanda çiyayên Torosê ve girêdayî ye.

Di sala 1991`î de girê Sêkur Ihêmer ji aliyê şandeyek fransî hate dîtin û belgekirin. Yanî beriya xebatên şandeya japon di sala 2000’î de.

Têkildarî mijarê endama Daîreya Parastina Şûnwaran a Hesekê Rewşen Hec Elî dibêje: “Ji ber ku xebatên vekolînê di dema şer de tên rawestandin, niha tenê em xebatên parastina şûnwaran dikin.”

Her wiha diyar kir ku heta niha bi şandeya ku li gir xebatên vekolînê meşandine re negihaştina wan. Lê ew her sal wêneyên gir dikşînin da ku guhertinên ku rû didin bişopînin. Rewşen destnîşan kir ku şandeya japon bi rêjeya ji sedî 30 gir vekolîn kirine.

Tiştên ku hatine dîtin

Li gorî agahiyên li ser înternetê ku ajansa me jî piştrast kir, şandeya japon avahiyên ku dîtine dîroka wan diçe heft hezar sal beriya zayînê û her wiha gelek alavên kevn ên nêçîrvaniyê û alavên malan ku dîroka wan heta sedselên 4500-3100 yên beriya zayînê diçe hene.

Albuma Nûçeyê