CÎHAN

Keştî noqî avê bû: 200 kes winda ne

Dem : 21 Pûşper 2018 Pêncşem

Hate ragihandin ku li Girava Sûmatra ya Endonezyayê keştî noqî avê bû û zêdetirî 200 kes winda ne. Keştî şeva duşemê li gola Tobayê noqî avê bû. Berpirsan ragihand ku 180 rêwî winda bûn.

Piştî ku keştî noqî avê bû 18 kes hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerînê bi 25 kesên avjenîvan ve tê birêvebirin. Gola Toba 100 metre dirêj e, 35 metre fireh e û kûrahiya wê 450 metre ye û di cîhanê de weke gola herî mezin a volkanîk tê zanîn. Di nav windahiyan de nayê zanin ku biyanî hene yan na. Li Endonezyayê qezayên li deryayan bênavber çêdibin. Li welat têkiliya bi 17 hezar giravan re bi keştiyan tê kirin.Tedbîrên ewlehiyê kêm in. Hefteya derbasbûyî li nêzî girava Sûlawesî keştiyek noqî avê bûbû û zêdetirî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. CAKARTA

Albuma Nûçeyê