JIN

Kes nikare vîna jinan teslîm bigire

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Roja ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin, bi dehan jin ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. Cîgira Desteya Jinan a Kantona Kobanê Almaz Ronî têkildarî mijarê diyar kir ku ji ber herî zêde jin li dijî çeteyan li ber xwe dan, ji ber vê çete hewl didin vîna jinan bişikînin û got ku kes nikare vîna jinan teslîm bigire

Li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Efrînê, gelê Efrînê jî 58 rojan li ber xwe dan û bi vê berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Bi taybetî jinên Efrînê li dijî hemû êrîşan serî netewandin û li ber xwe dan. Ji ber vê berxwedan jinên kurd, çete dema ku ketin navenda bajar yek ser êrîşî jinan kirin û gelek ji wan revandin.

 

Têkildarî revandina jinên li Efrînê, cîgira Desteya Jinan a Kantona Kobanê Almaz Ronî axivî. Ronî diyar kir ku ji ber jinên kurd li Reqqa, Minbic û Efrînê li dijî dagirkeran û çeteyan berxwedaneke bêhempa nîşan dane hatine hedefgirtin û got ku lê tu kes dê nikaribe vîna jinên kurd teslim bigire.

Ronî anî ziman ku jin li Efrînê di bin zext û zordestiyê de dijîn û wiha got: “Erdogan got em ê demokrasî û aştiyê bînin Efrînê lê niha çeteyên OSO'yê li Efrînê zext û zordestiyê li jinan û gel dikin. Dixwazin gel li gorî rêgezên şerîatê bi rê ve bibin û jinan di nav çar dîwaran de veşêrin. Ev tundiya ku li Efrînê li ser jinan tê kirin rastiya zîhniyeta dewleta tirk a faşîst radixe ber çavan.”

Ronî da zanîn ku heta jin azad nebe dê civak jî azad nebe û wiha domand: “Bi revandin û tundiya li ser jinan, zilm û zordestî li ser civakê jî tê kirin. Erdogan li Efrînê xwest ku di kesayeta jinên Efrînê de hemû jinan dîl bigire û îradeya wan bişkîne. Lê jinên kurd serî netewand û natewînin.”

Her wiha Ronî destnîşan kir ku dê dewleta tirk bi êrîşên li ser jinan û îradeya gelan negihîje armanca xwe û wiha bi dawî kir: “Jinên kurd hêza xwe ji rabirdûya xwe, ji dîroka xwe ya xurt digire loma dê tu carî teslîmî zîhniyeta baviksalarî û faşîzmê nebin.” KOBANÊ

 

 

 

Albuma Nûçeyê