POLÎTÎKA

KCK’ê ji bo Efrînê bang kir

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya ‘26’ê Gulanê Roja li Dijî Dagirkirina Efrînê’ daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de KCK’ê banga tevlêbûna berxwedanê li hemû kurdistanî û dostên wan ên li her her aliyên cîhanê kir.

KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di ‘26’ê Gulanê Roja li Dijî Dagirkirina Efrînê’ de divê di serî de kurd, hemû gelên cîhanê dakevin qadan. KCK’ê daxuyand ku dê faşîzma AKP-MHP’ê ya di serî de li dijî kurdan û gelên Rojhilata Navîn bê protestokirin. KCK’ê destnîşan kir ku bi dagirkirina Efrînê re asta dijminahiya kurdan û ya demokrasiyê gihiştiye lûtkeyê û ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye gefek. KCK’ê da zanîn ku ji ber vê yekê dijderketina li hemberî dagirkirina Efrînê, tê wateya têkoşîna li dijî faşîzmê.

Polîtîkaya qirkirinê tê meşandin

Di berdewamê de jî KCK’ê diyar kir ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê gelê Efrînê mîna civaka Ermenî ya sala 1915’an, li ser axa xwe koçber bûye û dom kir: “Demografiya Efrînê hatiye guhertin. Weke ermeniyan di serî de dê kurdan li herêmê kêm bikin û piştre jî bi temamî tune bikin. Hejmareke kêm kurdên li Efrînê mane tên qirkirin. Ev polîtîkaya ji Şark Islahatê û vir ve li ser kurdan tê sepandin, ev yek bi dagirkirina Efrînê re gihiştiye asteke nû. Daxuyaniyên faşîzma AKP-MHP’ê ya piştî dagirkirina Efrînê û şûnde wê berê xwe bidin Minbic, Kobanê, Girê Spî, Serê Kaniyê û Qamişlo jî vê karektera qirker bi awayekî hê zelaltir raber dike.”

Li dijî faşîzmê eniya hevpar

Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî bû: “Dagirkeriya Efrînê nîşan da ku pêdivî bi rawestandina karaktera qirker a dewleta tirk heye. Ev rewş ji bo 26’ê gulanê li dijî dagirkeriya Efrînê daketina qadan girîngiyek e. Ji bo vê divê di serî de gelê kurd û hemû gelên cîhanê beşdarî çalakiyên protestoyê bibin. 1’ê Mijdarê 2014’an Roja Kobanê ya Cîhanê çawa ku gel daketin qadan û dagirkeriya Kobanê ji holê rakir û rolek girîng leyîstin, divê 26’ê Gulanê Roja li Dijî Dagirkirina Efrînê jî rola pêwîst bê lîstin. Niha li Şehbayê 125 hezar Efrînî li benda vegera li ser axa xwe ne. Ji bo bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê û vegera gel a li ser axa xwe, divê ev mijar her tim di rojevê de bê hiştin. Li Efrînê ku berxwedana gerîlatiyê didome,  ji bo vegera gel pir girîng e. Ger li dijî dagirkeriya dewleta tirk eniya berxwedanê ya gelan were pêşxistin, dê Efrîn ji dagirkeriyê were rizgarkirin û faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe. Ji bo vê jî divê hemû kurdistanî û dostên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dakevin qadan. Em banga geşkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya Efrînê dikin.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê