POLÎTÎKA

KCK’ê îdiayên Erdogan derewand in

Dem : 22 Pûşper 2018 În

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî îdiayên serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ku digot ‘me li civîna kadroyên pêşêng ên PKK’ê xistine’ daxuyaniyek da. KCK’ê îdiayên Erdogan derewand û got ku ev derewa ku li qesrê hatiye amadekirin, hewldana dawî ya beriya hilbijartinê ye.

KCK’ê diyar kir ku Erdogan ev çend roj in ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve dereweke mezin dike û wiha domand: “Medyaya alîgirên wî jî vê derewê belav dike. Li gorî vê derewê; bi balafirên şer li civîna rêveberiya me xistine û 35 hevalên me şehîd bûne. Ev yek gava dawî ya Erdogan e ku fêhm kiriye dê di hilbjartinê de têk biçe. Bi rêya dereweke bi vî rengî dixwaze dengê hin şovenîstan û dijminê kurdan bigire. Xuya ye ku dibêjin, 'ger em çend roj beriya hilbijartinê bêjin dê derewa me aşkera nebe û em ê sûdê ji vê derewê bigirin'. Ev derewa bêbingeh li qesrê hatiye amadekirin. Jê heye ku muxalefet wê li ber vê derewê ranebe û eger li ber rabe jî wê ji muxalefetê re bêje 'hûn alîgirên terorê ne?' û bêdeng bike. Me beriya niha bi hin wesîleyan dabû xuyakirin ku beriya hilbijartinê dê serî li plan, komplo û provokasyonan bidin. Derewa 'me li civînê xistin, 35 rêveber ji holê rakirin' vê yekê radixe pêş çavan.”

‘Divê gel di sindoqê de AKP’ê ceza bike’

Di berdewamê de jî KCK’ê destnîşan kir ku divê temamiya gelên Tirkiyeyê, hêzên demokasiyê, partiyên siyasî û muxalefet bizanin ku ev yek derewek e ku ji bo xapandina gel hatiye kirin û ev tişt parve kirin: “Bi vê derewê xwestine di hilbijartinê de bi ser bikevin. Pêwîste gel jî di sindoqê de vî şexsê derewkar û partiya wî ceza bike. Ji ber ku dixwaze di nav van şert û mercên newekhev ên hilbijartinê de kampanyaya hilbijartinê hîn bi neheqî bimeşîne û dengê hin kesên neteweperest, şoven û dijminê kurdan bigire.”

‘Ger tiştek wisa hebûya dê hemû cîhanê bizaniya’

Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî bû: “Ew jî dizanin ku çend pûan jî dikare encama hilbijartinê biguherîne, lewma serî li rêyeke bi vî rengî dane. Ev derewa ku çend roj beriya hilbijartinê hate kirin piştre aşkera bibe jî, dê bibêje, 'derew jî be, ne dereweke xerab e'. Em hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî hişyar dikin. Divê tavilê vê derewa Erdogan raxin pêş çavan. Ger tiştekî bi vî rengî pêk hatibûya, ne tenê medyaya alîgirê AKP'ê, dê hemû çapemenî biketa nav hewldanan ji bo vê bûyerê bidin. Nûçeyeke bi vî rengî dê di çapemeniya hemû cîhanê de cih bigirta. Ji ber mîna ku Tayyîp Erdogan dibêje, bûyereke ku nikare bê veşartin. Lewma bila kesek dudil nebe, van lîstik û fenên Tayyîp Erdogan ên ji bo hilbijartinê aşkera bikin û lê vegerînin.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê