POLÎTÎKA

KCK: Encamên hilbijartinê ne rewa ne

Dem : 26 Pûşper 2018 Sêşem

KCK’ê bi daxuyaniyekê serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinên 24’ê hezîranê de pîroz kir. KCK’ê da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê bi hîle û zextê desthilatiya Tirkiyeyê xesp kiriye û divê ev encam rewa neyê dîtin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên 24’ê hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KCK’ê diyar kir ku hilbijartina Erdogan û sedestiya bloka faşîst a di meclisê de, rewa nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de KCK’ê da zanîn ku di rewşa OHAL’ê de û di nava şert û mercên newekhev de hilbijartinên 24’ê hezîranê pêk hatine. KCK’ê diyar kir ku ji bo rewakirina polîtîkayên dijminane yên desthilatiya AKP-MHP’ê ya li dijî gelê kurd, di hilbijartinê de serî li hemû rêbazên tundî û zextê dane. Di berdewamê de jî KCK’ê diyar kir ku pêvajoya ku hilbijartin tê de pêk hatin, zext û mûdaxalekirina encaman, hilbijartina heyî nerewa kiriye û wiha domand: “Tifaqa AKP-MHP'ê ku desthilatiya xwe bi hilbijartinê bernade, serkeftina hilbijartinê weke pirsgirêka serxwebûnê dîtiye û ji bo parastina desthilatiya xwe jî serî li hemû zext û lîstikan daye. Ji ber vê yekê jî ne hilbijartina serokokomariyê û ne jî serdestiya tifaqa faşîst a di meclisê de rewa nîne. Divê hêzên demokratîk van encaman qebûl nekin, li dijî vê desthilatiya faşîst xwedî helwest bin û têkoşîna xwe jî domdar bikin.”

Serkeftina HDP’ê pîroz kir

Hevserokatiyê destnîşan kir ku yek ji armanca herî mezin a tifaqa AKP-MHP’ê ew bû ku HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêle û wiha dom kir: “Lê ji ber xwedîderketina gelê kurd û gelên Tirkiyeyê, tevî hemû zext û hîleyan jî tifaqa faşîst nekariye HDP’ê di bin bendê de bihêle. Bi vê boneyê jî em gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên li derdora HDP’ê bûne xelek, pîroz dikin.”

‘Rêveberiya welat hatiye xespkirin’

KCK’ê daxuyand ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi zext û zordariyê, bi dek û dolaban dest danî ser serokkomariyê û serweriya meclisê bidestxistiye û wiha domand: “Ev yek divê weke serkeftinekê û xurtbûnê neyê dîtin. Ya rast, gelên Tirkiyeyê eşkere kirine ku ew naxwaze ji aliyê vê desthilatdariya faşîst ve bê birêvebirin. Tenê bi derfet û zextên dewletê li ser desthilatdariyê dimîne. Naxwe ne pêkan e ku gel vê desthilatdariyê qebûl bike ku gelên li Tirkiyeyê dike dijminê hev, cîranan li ber hev radike û rê li ber derûniyeke civakî ya xemgîn vedike. Dema ku li dijî wê têkoşîn bê dayin, dê li pêşberî îradeya gelên Tirkiyeyê nikaribe li ser pêyan bimîne. Dema ku hêzên demokrasiyê li dijî vê desthilatdariya faşîst têkoşiya, dê temenê wê yê desthilatdariyê jî dirêj nebe.”

‘Şovenîzmê sor dikin’

Di daxuyaniyê de hevserokatiyê anî ziman ku AKP û MHP weke hêzeke rêveberiya civakê, partiyên siyasî nînin û ev nirxandin kird: “Tenê hêzên faşîst û qirker in ku li ser bingeha dijminatiya li gelê kurd, li gelan û hemû cihêrengiyan dixwaze bibe desthilatdar. Li ser bingeha dijminatiya li kurdan û civatên din, şovenîzma li nava civakê sor dike û piştre li ser vê şovenîzmê hewl dide bibe hêz û dengan kom bike. Ev feraseta rêveberiyê ji aliyê tu nirxên exlaqî û civakî ve nayê qebûlkirin. Ne hêja ye ku tu civak û welat ji aliyê partiyên bi vî rengî ve were birêvebirin.”

‘Divê desthilatdarî rewa neyê dîtin’

KCK’ê daxuyand ku tifaqa AKP-MHP'ê desteka civaka li Tirkiyeyê winda kiriye. KCK’ê got ku piştî ku AKP-MHP’ê zanî dê di hilbijartinê de têk biçin, mîna hemû desthilatdariyên faşîst dest bi sorkirina şovenîzmê kirine û wiha got: “Tevî ku ji bilî êrîşên hewayî yên rûtîn ên li dijî Qendîlê tiştek nedihat kirin jî, ji bo civakê bixapîne gotin, 'em ji bejahî ve li dijî Qendîlê operasyonê dikin' û derew kirin ku nêzî Qendîlê bûne. Vê yekê jî têra wan nekir û bi gotina 'me li 35 rêveberên PKK-KCK'ê dan' hewl dan dengê xwe zêde bikin. Bi rêya van derewên ku cihê xwe di nava exlaqê de nîne, xwest dengê xwe zêde bikin. Divê desthilatdariya partiyên siyasî yên bi vî rengî rewa neyê dîtin û neyê qebûlkirin.

‘Li dijî hêzên demokrasiyê serdemeke nû yê zextê dest pê dike’

Di daxuyaniyê de KCK’ê diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê tifaqeke şer e li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê û wiha berdewam kir: “Lewma dê bêjin ku ev polîtîkayên wan rast hatine dîtin û wê şer û polîtîkayên êrîşê bidomînin. Li gel êrîşkariya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, ji bo teslîmkirina demokrat û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dê zextên xwe giran bikin. Dê hewl bidin ku hemû civakê û hêzên demokrasiyê tev li polîtîkayên xwe yên şer bikin. Lewma dê li dijî hêzên demokrasiyê dest bi serdemeke nû ya zext û zordariyê bikin.”

‘Emrê desthilatdariya faşîst ne dirêj e’

Daxuyaniya Konseya Rêvebar a KCK’ê wiha bi dawî bû: “Divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê bizanin ku li Tirkiyeyê demokrasî encax bi têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst dê bê afirandin. Ji bo ku hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê di nava demokrasiyê de werin çareserkirin, ji bilî têkoşînê rêyeke din nîne. Aşkera bûye ku tifaqa AKP-MHP'ê dê bi rêya hilbijartinê dest ji desthilatdariyê bernede. Ji ber ku ev yek desthilatdarî û rêveberiyeke civakê nîne. Hikûmeteke şer e ku eciqandina hêzên demokrasiyê weke armanc daniye pêşiya xwe. Dem ew dem e ku li dijî desthilatdariyeke bi vî rengî tavilê têkoşîn bê dayin. Gelekî girîng e ku hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê di tifaqa herî berfireh a demokrasiyê de li hev bicivin. Li ser vê bingehê, bi tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh re li her derê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têkoşîn bê dayin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê piştî hilbijartinên 24'ê hezîranê îlan kir ku dê êrîşên qirkirinê yên li dijî kurdan li her derê bidomîne. Pêwîste ciwanên kurd li dijî vê yekê berê xwe bidin qadên têkoşîna azadiyê û li her cihê lê ne, têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em ê li her derê li dijî desthilatdariya faşîst a dijminê gelan û demokrasiyê ye, têbikoşin. Heta ku desthilatdariya faşîst bê têkbirin û gelên me azad bibe, em ê têkoşîna xwe bi îradeyeke xurt û biryardariyeke mezin bidomînin. Emrê desthilatdariya faşîst dê ne dirêj be. Gelên me dê bi têkoşîna azadî û demokrasiyê dawî li desthilatdariya faşîst bîne." BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê