POLÎTÎKA

KCD: Daxuyaniya Barzanî dagirkeriyê rewa dike

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ên têkildarî êrîşên li dijî Qendîlê didomin. KCD’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku daxuyaniya Barzanî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk rewa nîşan dide û zirarê dide Yekitiya Neteweyî ya Gelê Kurd

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên der barê êrîşên dewleta tirk û pênasekirina PKK’ê ya weke ‘dagirker’ de daxuyaniyek da. KCD’ê da zanîn ku 2 salên dawî ji bo azadiya gelê kurd bi têkoşîn û ezmûnên têr û tije derbas bûye. KCD'ê polîtîkayên êrîşkarî, faşîst û nîjadperestî yên piştî referandûma başûrê Kurdistanê ku bi serkêşiya dewleta tirk  pêk hatin bi bîr xist û diyar kir ku Kerkûk di encama vê polîtîkayê de ji dest çûye.

KCD'ê destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa tirk ve, berdewamiya vê pêvajoyê ye û balkişand ser gefên dewleta tirk ên li dijî Minbic û herêmên din. KCD’ê diyar kir ku ji ber van polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta tirk, li Efrîn, Kerkûk û bajarên din ên rojava û başûrê Kurdistanê hewl tê dayîn ku demografyaya herêmê bê guhertin.

Çareserî bi yekitiyê pêkan e

Di berdewamê de jî KCD'ê daxuyand ku ji ber van bûyer û êrîşan, gelê kurd li hemû beşên Kurdistanê ji aliyê civakî, siyasî û demografîk ve di rewşeke xetere de ye û wiha domand: “Çareserkirina van pirsgirêkan bi yekitiya neteweyî dibe. Ev yek di daxuyaniyên hemû partiyên siyasî û saziyên kurdistanî de bi gelê me re hatiye parvekirin.”

Bang li partiyên siyasî kir

Têkildarî daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên li ser Qendîlê jî KCD’ê got ku vê daxuyaniyê nîşan daye ku Barzanî tecrûbeyên berê baş nenirxandine û siyaseta yekitiya neteweyî fêhm nekiriye. Daxuyaniya KCD’ê wiha bi dawî bû: “Ev daxuyanî ne di cih de bû. Daxuyaniyên bi vî rengî zirarê dide Yekitiya Neteweyî ya Gelê Kurd û cesaretê dide êrîşên dagirkeriyê û wan rewa nîşan dide. Em bang li hemû pêşeng û rêveberên partiyên siyasî dikin ku xwe ji daxuyaniyên ku zirarê digihînin yekitiya neteweyî û rê li ber dagirkeriyê vedikin, dûr bixin.”

Albuma Nûçeyê