ÇAND Û HUNER

Karîkaturîsta xêzên bêsînor

Dem : 28 Tebax 2018 Sêşem

Karîkaturîst Asli Alpar ku bi dirûşma ‘xêzên bêsînor, bê çewisandin û bê çîn’ karîkaturan xêz dike. Alpar di qadeke ku zayendperestî serdest e de bi xêzên xwe li hember serdestiya mêr serî hildide.

Asli Alpar anî ziman ku li Zonguldakê zanîngeh xwendiye û vî bajarê jiyana wê guherandiye û wiha got: “Yekem car li vî bajarî tev li 1’ê Gulanê bûm. Ez tev li klubên karîkator yên zanîngehê bûm. Min Meta Arîf Tokmak ku karîkaturîst bû nas kir. Wî ez teşwîq kirim. Ji wê rojê de ye ez dinivîsim.”

Alpar wiha behsa zehmetiyên xêzkirinê kir: “Karîkaturî ne karekî hêsan e. Divê mirov pir bixebite. Pir hîn bibe. Karbeşiya zayendperest jî derfetê nade jinan. Dibêjin ‘jinên karîkaturîst nikarin henekan bikin’. Lê rastî ne wisa ye. Divê em ji bo ev feraset biguhere têbikoşin. Ez têkoşiyam. Min pir xêz kir. Min negot ‘mêr çi dibêjin’. Min  reglê xêz kir. Min li ser hilbijartin xêz kir. Min karekterên jin, gay û trans xêz kirin.” ENQERE

Albuma Nûçeyê