CÎHAN

Kanadayê ji cihûyan lêborîn xwest

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Kanadayê, bi awayekî fermî ji cihûyên ku sala 1939’an ji ber zilma naziyan reviyan lê destûr nehatibû dayîn ku bikevin welat, lêborîn xwest. Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, li ber parlamentoyê axivî û ji ber kuştina 900 cihûyan a beriya şerê cîhanê yê duyemîn ku ji Almanayaya nazî reviyabûn, bi fermî lêborîn xwest.

Trudeau bi bîr xist ku wê heyamê li Kanadayê ku 11 milyon gelheya wê hebû, nêzî 160 hezar cihû dijiyan û got ji ber polîtîkayên dijberiya koçberan ketina keştiyê ya li welat nehatibû erêkirin. Justin Trudeau wiha  got, “Li ser heyama ku me pişta xwe da cihûyan û pê de di ser de 100 sal derbas bibin jî ev, sûcdariyia Kanadayê nabexşîne, barê vê şermê sivik nake. Ji ber wê ez bi awayekî fermî ji cihûyên wê demê ku ji ketina wan a welat re destûr nehatî dayîn lêborîn dixwazim.”

Trudeau bal kişand ser ku weke li gelek deverên cîhanê li Kanadayê jî çalakiyên li dijî cihûyan pêk tên û ji sedî 17 sûcên li welatê wan ji ber nefreta li dijî cihûyan pêk tên. 15’ê gulana 1939’an, 907’ê wê cihûyên ji Almanyayê dihatin û di keştiya bi navê Saint- Louis de bûn piştî Kuba û DYA’yê berê xwe dabûn Kanadayê lê wê jî destûr nedabû ku bikevin welat.

Ji ber wê keştiya bi cihûyan dagirtî neçar mabû ku bizivire Ewropayê. Cihû di vê keştiyê de paşê gihîştibûn peravên Anvers ê Belçîkayê û ji vir jî li ser wargehên welatên weke Belçîka, Holanda, Fransa û Brîtanyayê hatibûn belavkirin. Lê belê bi qasî hatî tespîtkirin ji van penaberan herî kêm 254 kes ji hêla Almanayaya nazî ve di dorhêla komkujiya cihûyan(Holocaust) de hatibûn qetilkirin. OTTAWA

Albuma Nûçeyê