NÛÇE

Kalê keldan li kontarê çiyayê Cûdî jiyaneke mînak ava dike

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Li gundê Herbolê yê Silopiya ya Şirnexê bi destê welatiyên suryan jiyaneke nû tê avakirin. Welatiyê keldan Petrus Karatay dibêje ku wan li gund gelek cureyên daran çandine û malên nû ava dikin. Karatay ji bo avakirina gund wiha dibêje: “Tevî hemû zehmetiyan jî em çandina daran didomînin û li vir jiyaneke nû û mînak ava dikin.”

Welatiyê keldan Petrûs Karatay ê 63 salî, li gundê Herbolê yê navçeya Sîlopiya ya Şirnexê dimîne. Kalê Karatay di salên 1980'yan de ji neçarî koçber dibe. Karatay, di sala 2009'an de jî dîsa vedigere gundê xwe û li gundê Herbolê ku li quntara Çiyayê Cûdî ye, dest bi avakirina jiyaneke nû dike. Karatay ê ku di çileya borî de ji ber parvekirinên li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hate binçavkirin û 11 rojan di bin çavan de ma.

Petrus Karatay piştî ku vegeriya gund, gorên gelek welatiyên suryan ji nû ve ava kir û bi hezaran şitlên daran li goristanê çandin. Her wiha dest bi xwedîkirina mêşên hingiv û sewalan kir. Karatay ku di çarçoveya ‘Projeya vegera gundan’ de li gel 27 malbatan vegeriya gund, piştî vegeriya gund salek şûn de jî xanî ava kir. Karatay di serî de dest bi avakirina 5 xaniyan kir û heta niha 2 xanî ava kirin. Karatay ku li dol û geliyên Cudî nêzî 4 hezar şitlên darên teaman çandin, dixwaze ku jiyaneke nû û mînak ava bike.

Gelek zehmetiyan re rû bi rû mane

Têkildarî mijarê Karatay ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Gokhan Altay re axivî. Karatay diyar kir ku di sala 2009'an de vegeriya gund û li gund jiyaneke nû û mînak ava dike. Di berdewamê de jî Karatay da zanîn ku piştî vegeriya gund, rastî gelek zor û zehmetiyan hatiye û wiha domand: “Ji ber daxuyaniyên rayedaran gelek welatiyên xwestin vegerin, ji fikra xwe lêve bûn. Bi qasî ku tê xwestin, alîkarî bi wan re nayê kirin.”

Gelek şitlên daran çandin

Di berdewamê de jî Karatay destnîşan kir ger ku astengî bên rakirin û alîkariya pêwîst bê kirin dê gelek welatî vegerin war û gundên xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin gundê xwe li herêmê bikin gundê mînak û jiyaneke nû ava bikin. Heta niha me 5 mal ava kirin. Me avakirina xaniyan rawestand. Li gel her tiştî jî em jiyaneke nû ava dikin û çandina şitlên daran berdewam dikin. Em dê gundê xwe bikin qadeke şîn. Heta niha me darên zeytûn, fistiq, gûz û bihîvan çandin. Me kedeke mezin da lê hêjayî her tiştî ye.” ŞIRNEX

Albuma Nûçeyê