POLÎTÎKA

Kabîneya nû û têkçûna Kemalîzmê - Kenan Kirkaya nivîsand

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Kenan Kirkaya

Piştê hilbijartinên 24’ê hezîranê serokkomar Recep Tayyîp Erdogan sondxwar û pergala AKP’ê bi awayekî fermî dest pê kir. Merasîma ku ji bo vê yekê hate li darxistin peyamên girîng dihewîne. Erdogan pêvojaya nû wekî ‘temamkirina guherîna pergalê’ bi nav dike û ji niha û pê ve de dê ji bo vê yekê gavan biavêje.

Ritûelên ku di merasîmê pêk hatin, hem di warê derûnî û hem jî di warê hişmendî de helwesta AKP’ê nîşan dide . Erdogan, bi van rîtuelan serkeftina xwe îlan kir. Ev rûtiel û şatafat di rojek ku gelên Tirkiyeyê ji ber komkujiya li Çorluyê di nav şînê de hate li darxistin. Erdogan di rojek wiha de vê merasîmê betal nekir. 24 cenaze rabûn lê xema AKP’iyan nebû. Ev merasîm û peyamên ku li ser xebitîbûn ji bo wan girîng bûn û qiyamet jî rabûya dê ev merasîm ji aliyê Erdogan ve bihata li dar xistin.

Erdogan bi vê merasîmê, xwepeşandana hêza xwe kir. Li Rojhilata Navîn, hêz û quwet nîşaneya serdestiyê ye û Erdogan bi van xwepeşandana dixwaze ku civaka Tirkiyeyê jê re bîat bike. Erdogan di 16 salan de gav bi gav, bi hilbijartinên biguman serdestiya xwe ava kir. Niha jî dixwaze vê hêz û serdestiyê mutlaq bike. Erdogan bi aweyekî fermî serdestiya xwe û guhîrana pergala Kemalîst a 95 salan îlan kir lê ev guherîn hîn negihiştiye armanca xwe. Erdogan hem li Anitkabirê û hem jî li meclisê ku ji bo pergala Kemalîst wekî mabet tên qebûlkirin peyama vê serdestiya xwe da. Lê belê Erdogan vê pêvajoyê wekî mayîndekirina guherîna pergalê dibîne. Qabîneya ku nû hate avakirin li gor vê yekê teşe girtiye.

Erdogan vê serdestiyê li gel îttiraz û nerazîbûna beşekî civakê ya berfireh jî îlan kir. Niha jî dixwaze ku ev beşa civakê vê yeke qebûl bike. Dê ji bo vê yekê serî li du rêyan bide. A yekemîn ‘afirandina riza û pejirandina civakî’ ye. Ji bo vê yekê dixwaze di warê aborî de hin gavan biavêje û rewşa aborî sererast bike. Lê belê ev yek ne hesan e û qeyrana Erdogan herî mezîn jî di vî warî de ye. Ya din jî Erdogan beriya hilbijartinê hin soz dan derdorên kapîtalîst ku dê li gor daxwaza wan hin gavan biavêje. Li gor van sozan Erdogan hin CEO’yên şirketan hilda qabîneyê. Lê bele ji bo ku werîs ji dest neçe, Erdogan zavayê xwe Beraat Albayrak jî kir berpirsiyarê aborîyê. Ev jî nakokiya wî û derdorên kapîtalîst e.

Ya duyemîn Erdogan dizane ku ev civak ‘rizayek dildar’ ji pergala ku avakirî ye re nîşan nade . Pergala nû ji bo vê yekê jî dê serî li şîdetê bide. Lewma Suleyman Soylu wekî Wezîrê Karê Hundir, Serfermandar Hulusî Akar jî wekî wezîrê ‘parastinê’ peyvirdar kir. Hebûna van her du nava nîşan dide ku dê ev qabîne bibe qabîneya şer û operasyonên civakî.

AKP’ê bi ‘krîmînalîzekirina’ kurdan vê pergalê ava kir, bi kurkirina nakokiyên civakî bû hêza sereke. AKP êdî, hewcedarî bi kurdên hevkar jî naîne. Lewma di qabîneya nû de ji bo derman kurdek nehat peyvirdarkirin. Dema Faruk Çelîk, Abdulkadîr Aksu, Mehmet Şîmşek, Mehdî Eker, Ensarîoglu’yan qediya. Piraniya qabîneyê ji Karadeniziyên nijadperest pêk tê. 4 Wezîr ji Trabzonê ne. Erdogan bi xwe jî ji Rizeyêye û her wiha qabîneyek herêmî hatiye lidarxistin. Bi vê qabîneyê Erdogan di heman demê de peyam da MHP’ê jî. “Ger ku tu bi gotina min nekî pêwistiya min bi te jî tune ye.”

Albuma Nûçeyê