CÎHAN

Johson ji Yekitiya Ewropayê istifa kir

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Jeremy Hûnt ku dixwaze welatê wî di nav Yekitiya Ewropayê de bimîne, li şûna Borîs Johnson bû Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê.

Johson ku ji sala 2016’an û vir ve Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê bû, bi îdîaya ku xeyala wî ya derketina ji nav Yekitiya Ewropayê (Brexît) ‘li ber mirinê ye’ duh îstifa kir. Johnson ê ku rojek piştî Wezîrê Brexîtê Davîd Davîs îstifa kir rexne kiribû û gotibû ku Brexîtê welatê wî veguherandiye ‘Koloniya Yekitiya Ewropayê’. Jeremy Hûnt li şûna Johnson hate bicihkirin. Hûnd li qadên tenduristî û xizmetên civakî alîkariya wezîr kiribû. Hûnt ji aliyê Serokwezîr Theresa May ve hate wezîfedarkirin. Taybetmendiyeke din a Hûnt ew e ku di referandûma Brexîtê ya sala 2016’an de alîgirê mayîna li nav Yekitiya Ewropayê bû.

Piştî referandûma hezîrana 2016’an hikûmeteke nû li Brîtanyayê ava bûbû û Borîs Johnson ê ku bi gotinên xwe yên tund ên li dijî Yekitiya Ewropayê tê nasîn, bûbû Wezîrê Karên Derve. Davîd Davîs jî ku danûstandinên Brexîtê dikir, roja yekşemê îstifa kiribû. LONDON

Albuma Nûçeyê