NÛÇE

Jiyanek baş bi HDP’ê pêkan e

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Xebatên hilbijartinê bê navber didomin. Li Stenbolê jî jin ji bo HDP’ê di xebatan de cih digirin û rola herî mezin dilîzin.

Jin sibehê dertên derve û hema hema li hemû navçe, tax û kolanan digerin, derî bi derî dengan ji bo HDP’ê dixwazin.

Li dijî êrîşan tên gel hev

Songul Yildiz a ji bo HDP’ê xebatan dimeşîne got ku welat ketiye tengezariyek cidî û li dijî bawerî û kedê xesp tê jiyîn û wiha axivî: “ Li dijî her kesî xwedî hişmendî mekanîznameya êrîşê tê bikaranîn. Ji ber vê jin, kedkar, ciwan, kurd, elewî, ermenî di bin sîwana HDP’ê de tên dicivin.”

Dengê xwe bidin HDP’ê

Hasret Kanat a ji EMEP’ê tev li xebatên hilbijartinê yê HDP’ê bûye jî ev tişt anî ziman: “Bi bandora OHAL’ê re em jin zextên mezin dibînin. Li her derê em rastî şîdet û tacîzê tên. Der barê her tiştê jinan de biryarê didin. Jin li vî welatî nikarin tu mafên xwe bixwazin. Jin li zanîngehan ji mafê perwerdeyê bi awayekî têr fêdeyê nagirin. Ji bo jiyanek azad û wekhev em dengên xwe didin HDP’ê. Em bang li hemû jinan dikin ku dengên xwe bidin HDP’ê.” STENBOL

Albuma Nûçeyê