JIN

Jineolojî rêbaza lêgerîna

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Endama Komîsyona Jineolojiyê Sîmav Sofî têkildarî xebatên xwe yên jineolojiyê axivî û diyar kir ku jineolojî ji bo jin, zarok, ciwan û hemû civakê rêbazeke lêgerîna heqîqetê ye. Sofî got ku divê jin girîngiyê bidin perwerdê û xwe ji desthilatdariyê rizgar bikin

Li rojavayê Kurdistanê ji bo perwerdeyê xebatên cur bi cur tê kirin. Yek ji van xebatan ên girîng jî perwerdeya jineolojiyê ye. Xebatên ku derbarê jineolojiyê de tên kirin ji bo civakê dibe çavkaniyek ber bi çav.

Endama Komisyona jineolojiyê Sîmav Sofî der barê xebatên jineolojiyê de axivî û anî ziman ku jineolojî ji bo jin, zarok, ciwan û hemû civakê rêbazek lêgerîna heqîqetê ye û wiha got: “Ji bo hişmendiya civakê bê guhertin divê mirov dîrok, xweza, erdnîgarî, rêbaza xwenaskirinê baş bizanibe. Di perwerdeya jineolojiyê de li ser van esasan guhertinek mezin di civakê de çêdibe û civak hem xwe nas dike hem jî pêş dikeve.”

Sofî diyar kir ku ew xebatên derbarê jineolojiyê de ji dil û can dimeşînin û wiha domand: “Pergalên faşîst û mêtinger her dem li ser gelên bindest yekrengiyê ferz dikin. Bi taybetî jî her dem mudaxeleyî nêrîn, îrade û nasnameya jinan dikin. Ji bo civakek azad û jina pêşketî divê perwerdeya jineolojiyê bi rêk û pêk bê berdewamkirin.”

Sofî da zanîn ku bi destpêkirina jineolojiyê de gavên gelek girîng hatine avêtin û wiha pê de çû: “Di warê pêşketin û perwedekirina civakê de jin xwedî roleke girîng e. Loma perwedeya jineolojiyê di milê jin û civakê de bû sedema gavên mezin. Loma niha em mamosteyan di warê beşa jineolojiyê de perwerde dikin. Piştî meha remezanê mamoste dê du mehan bên perwerdekirin. Di vê perwedeyê de wekheviya jin û mêr dê esas bê girtin. Li ser esasên wekhevî û demokrasiyê mamosteyên ku perwedeyê bîbînin dê ji civakê re bibin mînak.”

Sofî herî dawî bang li hemû jinan kir ku girîngiyê bidin perwerdeyê û wiha bi dawî kir: “Divê jin girîngiyê bidin perwerdeya jineolojiyê û xwe ji desthilatdariya baviksalarî rizgar bikin.”

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye, di encama lêkolîn û perwerdeya jinan de du sal berê li Zanîngeha Rojava Fakûlteya Jineolojiyê hat vekirin. TIL TEMIR

Albuma Nûçeyê