JIN

Jin TV sibê dest bi weşanê dike

Dem : 29 Pûşper 2018 În

NAVENDA NÛÇEYAN

Jin TV a ku ev demek bû dest bi weşana testê kiribû dê sibe dest bi weşanê bike. Jin TV banga piştgirîdayînê li hemû jinan kir.

Jin TV bi sernavê ‘Ji bo jinan em televzîyoneke xweş ava dikin’ daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga piştgirîdayînê li hemû jinan kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku derhênerên televîzyonê, edîtor, nûçegihan, kameravan û hemû xebatkarên beşên televîzyonê ji jinan pêk tên.

Jin Tv bi dirûşma ‘Em ê bi xwe çêbikin, bi xwe temaşe bikin’ ev tişt parve kirin: “Jinên dengbêj ên Mezopotamyayê, siyasetmedarên jin ên li Rojhilata Navîn, kedkarên jin ên Rûmeliyê, jinên cotkar ên Egeyê, têkoşêrên mafdar ên Anadoluyê, jinên şîfayê yên Deryaya Spî ev televîzyon ji bo me hemûyan e. Em dixwazin ev televîzyon hemû jinan, pirsgirêkan, çareseriyan, têkoşînan, jiyana rojane ya jinan, keyfxweşiyên wan û hêvî, xemgînî, ziman û bê zimaniyê dê bîne ba hev.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev gava yekem a piştgiriya dayik keç, cîran û hevrêbûnê ya herî girîng jî televîzyoneke ya piştgiriya ya bi jinê re davêjin. Di dawiyê de jî Jin TV’yê ev bang li raya giştî ya jinan kir:

“Li mala xwe, li cihê kar, li kolanan, di nav civakê de dîmenên xwe bikişînin, bername çêbikin û ji bo me bişînin. Bibin parçeyek ji vê televîzyonê, pêwîstiya me bi we heye. Bi hev re rojevan diyar bikin, em bi hev re nîqaş bikin. Bang li hemû komên jinan dikin. Em bi hev re bernameyan amade bikin dîmen bikişînin, rojevê diyar bikin, em bi xwe amade bikin û bi xwe temaşe bikin, bi bûyerên dûr re bibin yek, jihewqutbûyînê bigihînin hev.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê di 30’ê hezîranê de weşana wan dest pê bike û peyama ‘ev destpêk e’ parve kir.

Albuma Nûçeyê