JIN

Jin hêza xwe ji jinan digirin

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Bêrîvan Doken der barê 25’ê Mijdarê çalakiyên ku dê pêk bînin de axivî û diyar kir ku heta 25’ê Mijdarê gelek çalakiyên cur bi cur li dar bixin û got  ku divê jin li dijî şîdetê bibin yek

Endama Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê û hevseroka Genel-Îş’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Doken roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nirxand û çalakiyên ku dê pêk bînin parve kir.

Doken di destpêka axaftina xwe de têkoşîna xwişkên Mirabal ên ku li dijî dîktatoriyê têkoşîyan nirxand û wiha got: “Xwişkên Mirabal ji aliyê dîktatoriyê ve rastî tecawizê hatine û piştre bi hovane hatine qetilkirin. Loma 25’ê Mijdarê wekî roja têkoşîna li dijî şîdetê hat îlankirin. Ev têkoşîn mînakek dîtbar û giranbiha ye.”

Pergal dixwaze jinan bike kole

Di axaftina xwe de Doken anî ziman ku jin li her qada jiyanê rastî tundiyê tên û ev tişt vegot: “Jin wek objeyek zayendî tê dîtin. Jinên ku li ber xwe didin tên qetilkirin. Jin bi zorê di temenê biçûk de tên zewicandin û vîna wan tê tunekirin. Tundî û êrîşên li dijî jinan tê kirin, her wiha li dijî jiyana mirovahiyê jî tê kirin. Di aliyê ol, aborî û civakî de jin rastî tundiyê tên. Pergal jî bi awayekî sîstematik tundiyê li jinan dikin. Pergal dixwaze jinan bike kole. Welatê ku jin tê de tên çewisandin û qetilkirin azad nabe. Li vî welatî mafên jinan tên desteserkirin. Dema jinek rastî tacîzê tê, sûcdar nayê cezakirin.”

Divê jin serî netewîne

Doken diyar kir ku ji bo rawestandina şîdeta li ser jinan divê dest bi perwerdehiya wekheviya zayenda civakî bê kirin û wiha domand: “Divê hem jin ji mafên xwe haydar be û hem jî vêya fêrî mêran bikin. Bi taybetî jî di dibistanan de di der barê perwerdeya wekheviya zayenda civakî de divê ders bê dayîn. Her wiha divê ji zarokatî de ev yek fêrî mêran bê kirin. Ji bo ku em dengê xwe bidin bihîstin divê em xwe bi rêxistin bikin, alîkariya hevdu bikin û li dijî zilmê serî netewînin.”

Dê gelek çalakî pêk bên

Her wiha Doken got ku ew wek Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê di navbera 19-25’ê Mijdarê de dê çalakiyan li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çalakiyên me de dê daxuyanî bê dayîn, stand bê vekirin, şano bê lidarxistin, belavok bên belavkirin, meşa bi erbane bê li darxistin, ji parlemeneterên girtî re name bên şandin û malbatên wan bên ziyaretkirin. Jin hêza xwe ji jinan digirin. Lewra jî pêwîst e em bibin yek. Polîtîkayên îktîdara muhafazakar li dijî jinan êrîş, tundî û zordestî zêde kiriye.” MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê