JIN

Jin di qonaxa avakirina şoreşê de ne

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Encamnameya Konferansa Jinan a li Frankfûrtê hat aşkerakirin û ev peyam hat dayîn: “Em diyar dikin ku ji bo azadiya me hemûyan, em ê bi hev re têbikoşin. Em radigihînin ku em di qonaxa avakirina şoreşekê de ne.”

Encamnameya Yekemîn Konferansa Jinên Navneteweyî ya bi dirûşma ‘Şoreş di qonaxa pêkhatinê de” ya Tora Jinan Siberojê Dihûne ku li Zanîngeha Goethe ya li bajarê Almanya Frankfûrtê hatibû lidarxistin, hate aşkerakirin.

Di 6-7’ê cotmehê bi beşdarbûna zêdetirî 500 jinên li seranserî cîhanê Konferansa Navneteweyî ya Jinan bi dirûşma ‘Şoreş di qonaxa pêkhatinê de’ li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê pêk hat. Encamnameya konferansê hat aşkerakirin.

Li dijî jinan tifaqên mêtingeran

Di encamnameya konferansê de hat destnîşankirin ku gelek kiryarên şer hene ku li dijî jinan tê birêvebirin û ev tişt hat parvekirin:”Bi rêyên nijadperest, mêtingeriyê, kapîtalîzmê û rêyên cuda tifaq têne avakirin; carê yên ku dijminahiya jinan dikin û ji bo desthilatdariya zilam seferber dibin û ji bo wê xwezayê qetil dikin ev rewş car car di Erdogan, Dûterte, Mondî, Pûtîn û Trûmp de jî xuya dibe. Bi heman şêweyî li El Salvador, Gûatamala û Hondûrasê çete hene.”

Li her derê torên şer hene

Jinan di encamnameyê de ev tişt vegot: “Li Afganistanê torên şer hene. Li Îranê dadgehên dewletê yê cezayê darvekirinê li dijî jinan pêk tînin hene. Li Ewropa û Dewletên Yekbûyî dewriyeyên sînor hene. Li Ewropa û hem jî li Afrîqayê bazirganiya jinan heye. Li Rojhilata Navîn jî DAÎŞ û çeteyên cîhadîst ên wiha hene. Li her derê cîhanê kapîtalîstên ku keda jinan dixwin hene, bi dehan leşkerên bi pere yên jinan dîl digrin hene. Dewlet û dadgehên ku faîlên jinan diparêzin û jinan ceza dikin hene.”

Têkoşîn dê bi hev re bidome

Jinan di encamnameyê de ragihand ku tevî van hemû tiştan jî têkoşîna jinan a li hemberî mêtîngerî û serdestan li her derê didome û destnîşan kir ku divê ew dest bi avakirina Konferedalîzma Demokratîk a Cîhanî ya Jinan bikin û vê konferansê bikin gava pêşîn a vê torê û ev peyam hat dayîn: “Em diyar dikin ku ji bo azadiya her yekê ji me û azadiya me hemûyan em ê têkoşînê bi hev re bidomînin. Em ê destûrê nedin ku tu jin birîndar bibe. Têkoşîna me ya li dijî zilamserweriyê dê bi ser bikeve. Em ê saziyên civaka nû û azad ava bikin. Em radigînin ku em di qonaxa avakirina şoreşekê de ne. Krîza kapîtalîzmê encama têkoşîna me ye û niha wê fersenda dîrokî dide ku em vê serdemê bikin sedsala 21’ê bikin sedsala jin û gelan.” FRANKFURT

Albuma Nûçeyê