ÇAND Û HUNER

Ji zaroktiyê heta niha çanda xwe diparêze

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Rûken GOMAN / DÊRIK

Kurd xwedî çandek bi nirx û kevnar in. Jina bi navê Leyla Mîro jî hewl dide ku çanda xwe ya kevnar bide jiyîn; peyama xwedîderketina ji bo vê yekê dide û dibêje ku çanda kevnar gencîne ye, divê mirov her dem biparêze.

 Leyla Mîro ji 12 saliya xwe heta niha nanê sêlê lê dixe. Leylayê got ku jina kurd nasnameya çanda resen her diparêze. Leylayê bi lêv kir ku divê hemû kes li çanda xwe ya kevnar xwedî derkeve û wiha got: “Ez ji zarokatî çanda xwe ya kevnar diparêzim. Divê mirov li çand û dîroka xwe haydar bin. Ji bo em di nav rabirdû û siberoja xwe de pira serkeftinê ava bikin divê em çanda xwe li ser pêya bihêlin û agahiya me ji dîroka me hebe. Parastina çandê divê erka hemû kesan be.”

‘Rol û mîsyona jinê girîng e’

 Mîro destnîşan kir ku di warê parastina çanda kevnar de rol û mîsyona jinê girîng e û got ku divê herî zêde jin hewl bide ku mirov ji hebûn û nasnameya xwe dûr nekeve. Mîro di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berdewamiya çanda kevnar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku zarok berdewamiya çanda kevnar in, divê em çanda xwe ya kevnar hînî zarokên xwe bikin ku tune nebe. Ziman û çanda ku zarok hîn nebe dê bi ber tunebûnê ve biçin. Loma divê em girîngiyê bidin hînbûna zarokan. Jin û zarok hevdû temam dikin. Jin hînî zarokan dikin zarok jî digihêjîne siberojê.”

Albuma Nûçeyê