JIN

Ji xwezayê digire û dide xwezayê

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Jinên li taxa Degîrmendere ya navçeya Menderez a Îzmirê dijîn bi komkirina tûyan û çêkirina dimsa tuyan debarê dikin. Arzu Korkmaz diyar kir ku ew ji xwezayê distîne û dîsa dide xwezayê.

Jinên li taxa Degîrmendere ya navçeya Menderez a Îzmirê dijîn tuyên daran kom dikin û dimsa tuyan çêdikin. Jinên ku dimsa tûyan çêdikin diyar kirin ku ev dims ji gelek nexweşiyan re derman e. Jinan anî ziman ku ji nexweşiyên zik û gelek nexweşiyên din re derman e. Ji bo werjîşvanan jî dermanê enerjiyê ye. Dîsa ji bo zekem, bapêş, bronşîtê baş e û hişê zarokan pêş dixe. Jinan destnîşan kir ku xwarinê diferikîne û pergala mehdê xurt dike.

Her tişt tev li xwezayê dibe

 Ji jinên ku li gund dimsa tûyan çêdike dayika zarokekê Arzu Korkmaz diyar kir ku ew 5 sal berê ji Tokatê hatiye Îzmirê û ji bo debarê vî karî dikin. Korkmaz, anî ziman ku ew ji xwezayê distîne û dîsa dide xwezayê û wiha got: “Em ji hemû berhemên tûyên ku dikin dims sûdê distînin. Bermahiyan em didin mirîşkan û dîsa li xwezayê vedigere. Em di saetên serê sibê de dest bi komkirina tûyan dikin. Em wan dixin çûvalan berdidin hewdê ku taybet hatiye çêkirin.

Em wan di hewdên taybet de dikelînin. Piştî baş keliya em wan dixin şûşên kavanozan. Em bermahiyên wan jî didin mirîşkan û mirîşkan xwedî dikin. Em bermahiyê tuyan didin mirîşkan û li hemberî wê hêkan ji mirîşkan distînin.

 Em ji xwezayê kom dikin û dîsa li xwezayê vedigere. Yên ku bikirin em difiroşin. Bêtir kesên nexweş tên vê dimsê dikirin. Bi taybetî kesên nexweşên Bronşît, astım û ruviyên wan nexweş bin dikirin. Em kîloya wê bi 25 TL difiroşin. Hem zor e û hem jî karekî xweş e. Em bi hezkirin vî karî dikin. Ji ber vê yekê zorbûna wê nayê ber çavê me.”

Jin wekî xwezayê ne

Korkmaz, destnîşan kir ku ji ber ji xwezayê kom dike û di nava xwezayê de kar dike kêfxweş in û zehmetiyê najî û wiha got “Min dixwest karekî din bikim. Lê ji ber ku em bi xwe hildiberînin û her tişt xwezayî ye em vî karî dikin. Ev kar mirovan aram dike. Her jin dikare li ser piyên xwe raweste. Her kes dikare têbikoşe. Li vir baxçeyê her kesî heye. Ji bo vala neçe û winda nebe em kom dikin. Em wan kom dikin û dikin dims. Ez nikarim li bajar bijîm. Ji ber ku ez di nav xwezayê de bêtir kêfxweş im. Jin jî wekî xwezayê ye. Jin jî wekî xwezayê afirîner e.” ÎZMÎR

Albuma Nûçeyê