ÇAND Û HUNER

Ji weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

Weşanên Aryenê pirtûka Hecî Nehsan a bi navê ‘Tarîkoj’ û pirtûka Ezîzê Cewo ya bi navê ‘Zerdeşt Pêxember – Rûpelên Dîroka Windabûyî’ çap kirin.

Hecî Nehsan li Kobanê ji dayik bûye û 22 sal in di girtîgehê de ye û sala par jî Nehsan pirtûka helbestan a bi navê Ciweyna çap kiribû. Di pirtûka Tarîkoj de gotinên wek aforîzma ku di navbera salên 2012 û 2017’an de hatine nivîsandin cih digirin. Hecî Nehsan heta niha gelek pirtûkên helbest, çîrok û cerebeyan çap kirine.

Her wiha weşanên Aryenê pirtûka Ezîzê Cewo ya bi navê ‘Zerdeşt Pêxember – Rûpelên Dîroka Windabûyî’ li refên xwe zêde kir. Pirtûk ji 128 rûpelan pêk tê û di pirtûkê de têkildarî baweriya Zerdeştiyê, di dîroka kurdan de bûyerên girîng û ezîditiyê nivîs cih digirin. Ezîzê Cewo di 23’ê kanûna 1949’an de li gundê Sîpan yê Ermenistanê hat dinê. Piştî ku li Erîvanê beşa Zankoya Zanistên Rojhilat dixwîne bi salan dersên kurdî û ermenîkî dide. Cewo demek rojnamegerî jî kiriye û di navbera 1999 û 2008’an de di xebatên KNK’ê de cih girt. Cewo bi navê ‘Taybetmendîyên Rêzimanî yên Navdêr û Bingehên Destpêkî yên Makzimanê Hindewropî di Kurdî da’ û ‘Êzdîtî: Dive mirov rastiya wê li ku bigere’ nivîsand. Heta niha gelek gotar jî nivîsiye. AMED

Albuma Nûçeyê