ÇAND Û HUNER

Ji tirsa zana Xweda birin ezmana! - Xelîl Xemgîn nivîsand

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Xelîl Xemgîn

Herî bêhtir civakên di bin bandora ol û oldariyê de ne, ji vepişandin û pênaseya bîr û baweriyên xwe, ji tehlîl û nirxandina bîrdoziyên xwe ditirsin û xwe nadin ber lêpirsînê. Lewma xwe ji fêza nakokiyan jî nikarin rizgar bikin.

Rêza me ji hemû olan re heye, hêvîdar im kes şaş fêm neke. Mebesta me ne gengeşiya der barê ol û bawermendiya mirovan de ye. Mebest ew e ku bi navê yezdanê dilovan pêkolî, kirêtî û sextekariya pergalên serdest, nakokiyên ku mêjiyê mirov pasîf dikin û bi wan nakokiyan em her gavê xwe çawa dixapînin û xwe dûbare dikin.

Welatê me dabeşkirî ye, civak û civakên li ser vê axê dijîn bi her cureyên hovane ji hev veqetandine, sed sal e qirkirin û komkujî ranewestiyane. Lê belê hewildanên ku “ev qedera Xweda ye” jî ji devê van pergalên zordar qet nakeve.

Berî serdema teknolojiyê sosreta xwe bi metodên xwe yên asîmîlasyonê bi zimanê tirkî, farisî û erebî vedişartin. Bi serdema teknolojiyê re ji ber raperîn û berxwedana gelan hin kodên siyaseta asîmîlasyon û înkarê deşîfre bûn. Ew neçar man ku metodên xwe makyaj û boyax bikin da ku stratejiya îmha û înkarê bigihînin armancê. Yanî berê bi ziman, çand û hunera xwe hewl didan me asîmîle bikin lê niha biçûkxistin, teşhîr û riswakirinê me êdî bi ziman, çand û hunera me ya talankirî bi cîh tînin. Bi pêşketina şoreşa azadiyê û raperîna gelê me re êdî bi kurdî metodên xwe bi kar tînin.

Tenê 24 saetan li TRT-Kurdî û qenala dewleta (idamê) Îranê ya bi navê Sahar-Kurdich temaşe bikin dê hûn ê naveroka kîndarî û dilreşiya li hemberî gelê kurd û çanda gelan bibînin. Mîna ku pirsgirêka kurdan pirsgirêka ew kesên di paxila pergalê bi navê şêx, seyda, mele û pisporê olî hatine xwedîkirin e.

Çi nankorê civaka xwe hene ji bo dejenerekirina çand û hunera kurdî di van ekranan de bi kar tînin. Her wiha li nik van metodan, çete û pêxwasên pergalê yên di hilweşandina Sûr, Cizîr, Şirnex û Kobanê de bi kar anîn jî di van ekranan de weke “kurdên salih û musluh” ên pêşengên civakê û aqilmendên “dij-terorê” nîşan didin. Dixwazin vê yekê bi civakê bidin pejirandin.

Armanc kevn e lê metod nû ye. Sed sal e “kurdê xwe” afirandibûn, li hemberî serhildana gel êdî îxanet û hevkarî têk çûye. Bi serdema teknolojiyê re dixwaze ji nû ve giyan bide wê kurdayetiya kevinperest û hevkar. Dewletê der barê şêwaza şerê teybet de razemeniyê dike, bi taybetî jî di qada çand û hunerê de bi pêş dixe, ev gelekî balkêş e. Pêwîst e em vê xalê ji çav nedin revandin, giranî û girîngiya serîlêdana dewletê ya van metodan çi ye? Ji kîjan valahî û netêrbûna alternetîfa me sûd werdigire? Dizanim mijarek kûr û dirêj e, lê bila bimîne bo gotarek din.

Welatê me wêran kirin û gotin: Alahû Ekber!

Gund û bajarên me wêran û talan kirin û gotin: Alahû Ekber!

Şengal, Sûr, Cizîra Botan, Kobanê û Efrîna me wêran kirin û dîsa gotin: Alahû Ekber!

Her roj keç û xortên me ji aliyê dewleta terorê ve tên darvekirin, ew jî dibêjin: Alahû Ekber!

Yên ku gotine, li dinyayê tenê Yezdanê Dilovan û kurd dibin qurbaniyên dîktator û mirovkujeran mafdar in. Seydayê Cegerxwîn berî 80 salî nivîsandiye: Ji tirsa zana Xwedê birin ezmana!

Albuma Nûçeyê