CÎHAN

Ji Taylandê agahiya xweş: 12 zarokên asê hatin rizgarkirin

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Taylandê 12 zarok û antrenorekî futbolê ku zêdetirî 2 hefteyan di şikeftekê de asê mabûn, hatin rizgarkirin. Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya zarokan jî baş e

Weke ku tê zanîn du hefte berê dema ku 12 zarok tevî antrenorê xwe dixwestin li şikeftekê bigerin, bi rabûna avê şikeft tije av bûbû û ew tê de asê mabûn. Piştî ku cihê wan hate tesbîtkirin xebatên rizgarkirinê hatibûn destpêkirin. Lê ji ber ava bi herî û şert û mercên zehmet ên xwezayê tîmên alîkariyê nikaribûn zarokan derxin. Asêmayîna zarokan jî di raya giştî de rastî hestiyareke mezin hat û li her deverê cîhanê bangên alîkariyê hat kirin.

Di çarçoveya xebatan de jî di roja duşemê de 4 zarok û di roja yekşemê de jî 4 zarokên din hatin rizgarkirin. Zarokên din jî di encama xebatan de hatin rizarkirin. Zarokên ku di şikeftê de asê mabûn, ji aliyê binavgeran ve hatin rizgarkirin.

Tenduristiya zarokan

Zarokên ku ji şikeftê hatin derxistin, yekser ew rakirin nexweşxaneyê û di bin kontrola tenduristiyê re derbas bûn. Têkildarî mijarê rayedarên dewletê axivîn û diyar kirin ku kezeba spî ya 2 zarokan enfeksiyon girtiye. Rayedaran got ku rewşa zarokên din baş e.

Ketibû rojeva cîhanê

Tîma futbolê ya ku ji zarokan pêk tê ya bi navê ‘berazên kovî’ di 23’yê hezîranê de ji ber barana zêde û bilindbûna debiya avê, di şikeftê de asê mabûn. Bûyer ketibû rojeva cîhanê û ji serokê DYA’yê Donald Trûmp heta lîstikvanê navdar ê futbolê Lîonel Messî û Elon Musk gelek kesan peyamên piştgiriyê dabûn.

Albuma Nûçeyê