CÎHAN

Ji sedî 75 bajar ket destê artêşê

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan ji sedî 75’ê bajarê Derne yê rojhilatê welat bi dest xist û got ku ew li taxên bajar dest bi opersyona paqijkirinê kirine. Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî yê Lîbiyayê Merîal Ehmed El-Mesmarî li bajarê Binxazî civîna çapemeniyê li dar xist û got ku Odeya Çalakiyan a El-Kerame radigihîne ku ji sedî 75’ê bajarê Derneyê bidest xistiye, her wiha destnîşan kir ku şer li hin taxên bajar berdewam e.

El-Mesmarî her wiha destnîşan kir ku Artêşa Lîbyayê amadekariya qonaxa duyemîn a hemleyê kiriye û wiha domand: “Artêşa Lîbiyayê dê bersiva cihê ku gule jê derdikevin bidin. Her kesê ku bixwaze xwe radestê me bike, dê nêzîkatiyek baş were nîşandan. Niha jî bi sedan çekdarên tundrew xwe radestî hêzên me dikin.”

El-Mesmarî di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku ewlekariya sivîlan armanca wan a destpêkê ye û wiha domand: “Banga min ji welatiyên Derneyê re ew e ku li gorî perspektîfên me tevbigirin.” TRABLUS

Albuma Nûçeyê