ÇAND Û HUNER

Ji pişt deriyên hesinî 3 berhemên hêja

Dem : 10 Tebax 2018 În

Reşo WASIF/BRUKSEL

Nivîskar Mizgîn Ronak bi salan e di zindanên Tirkiye û Kurdistanê de dimîne û ji pişt deriyên hesinî 3 berhemên hêja diyarî hezkiriyên zimanê kurdî kir. Ronak ku wek parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn, heta niha gelek berhem nivîsandine

Nivîskar Mizgîn Ronak ku di heman demê de girtiya azadiyê ye bi sê berhemên bi kurmanciya gewre têkoşîna kurdan a ji bo azadiyê vedibêje. Romanên Ronak Nobedarê Gulên Kobanê, Nobedarê Toza Gulên Kobanê û Rojhat weke fragmanên vê têkoşîna her kêliya xwe destan bi zimanekî herikbar li benda xwendinê ne.

Romanên navborî her sê jî di meha tîrmeha borî de ji nav Weşanên Sîtavê û di bin dîrektoriya Qahir Bateyî derçûn.

Dînê bajarê berxwedanê

Nobedarê Toza Gulên Kobanê romana Mizgîn Ronakê ye ku li ser şerê Kobanê nivîsandiye. Nivîskar, dînekî Kobanê ku ew dîn di dema şerê Kobanê de bajar neterikandibû û heta dawiyê di nav şer de mabû, ji xwe re kiriye leheng û hemû bûyer û çavdêriyên wan kêliyên şer ji dev û derûniya wî dînî ji xwendewanên xwe re ragihandiye.

Ya herî girîng ew e ku ev berhem bi psîkolojiya dînekî hatiye nivîsandin, tevî ku her kêliyek di nav şer de ye û şer dijî, her tişt, her gotin, her tevger wisa masûm in, wisa mirovane ne ku mirov ber bi fikirandike din ve dibe. Mirov dike heyranê dînekî ji aqilan biaqiltir. Ango aqilê dînê Kobanê pêşiya hemû kîn û nefretan digire û her tiştî bi masûmbûn û paqijiya mirovbûnê re pêşkêşî civakê dike.

Şehîd behsa şerê Kobanê dikin

Romana Nobedarê Gulên Kobanê berhemeke ku mirov di yek kêliyê de dixwîne û bi mehan xwe di nav de dibîne û ji hişê mirov dernakeve. Berhemeke hêjayî xwendinê ye ye Nobedarê Gulên Kobanê.

Ronak di vê berhema xwe de mirî dane axaftin. Di her çîrokekê de miriyek diaxive û behsa serpêhatiya mirina xwe dike. Her çîrokek bi awayekî zelal rastî û qirêjiya şerê li Kurdistanê tê meşandin tîne ziman. Mirov bi awayekî zelal rastiya şer, qirêjiya şer, wehşeta ku li ser vê axê hatiye meşandin; her wiha bûyerên dilêş ên bi destê xayinên Kurdistanê hatine kirin dibîne. Her çîrokek dibe janeke zirav û mîna daralînkê xwe li dilê mirov dipêçe.

Rojnivîskên gerîla Rojhat

Romana Rojhat berhemeke balkêş e ku li ser şervanekî kurd hatiye nivîsandin. Şervanê ku piştî pevçûnekê li gel şervanekî din ê doktor ji refên hevalên xwe qut dibe û di şikeftekê de xwe vedişêrin. Roman her çiqas ji axaftinên ku di navbera wan her duyan de pêk hatibe jî, rojnivîska Rojhatê birîndar ku hevalê wî yê doktor her roj jê re dixwîne, xwendevan ber bi rastiya civakê û şerê têkoşîna kurdan ve dibe.

Di nivîsên rojnivîska Rojhat de her xwendevanek parçeyek ji jiyana xwe ya ciwaniyê, rojên xwîngermî yên destpêka ciwanî û şoreşgeriyê tê de dibîne. Roman parçeyeke ji êş û janên civaka kurdan e. Parçeyeke ji jiyana ciwanên kurd yên ku di nav têkoşînê de dibin cangoriyên welatê xwe.

Romana ku li ser îrade û hevaltiya şervanên kurd hatiye honandin bi mirina Rojhatê birîndar bi dawî dibe.

Mîzgîn Ronak kî ye?

Mizgîn Ronak; di sala 1973’an de li Amedê hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de biryara têkoşînê daye û tev li refên azadiyê bûye. Di Tebaxa 1992’an de, li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê girtiye. Li girtîgehên cur bi cur maye. Hîn jî di girtîgehê de ye.

Mizgîn Ronak; bi salan li gel hemû astengiyan jî nivîsên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kirin. Her wiha ji gelek kovaran re nivîsên cihê cihê nivîsandin. Mizgîn Ronak ku wekî parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn, heta niha gelek berhem nivîsandine. Berhemên wê yên çap bûyî ev in: Sêv jî Me Dikujin, Helbest- Weşanxaneya Lîs, 2008. Em Bûn Baran, Roman-Weşanxaneya Aram, 2011. Dilavî, Helbest-Weşanxaneya Ar, 2014. Nobedarê Toza Gulên Kobanê, Roman-Weşanxaneya Sîtav-2018. Rojhat, Roman-Weşanxaneya Sîtav, 2018 û Gorçiya ne Em, Çîrok-Weşanxaneya Sîtav, 2018.

Albuma Nûçeyê