NÛÇE

Ji Mûradî û Penahî banga girîng

Dem : 30 Avrêl 2018 Çarşem

Girtiyên siyasî yên kurd Zanyar Mûradî û Ramîn Hisên Penahî ku li Îranê bi cezayê darvekirinê tên darizandin, ji bo raya giştî nameyeke hevbeş a vekirî şandin. Di nameyê de bang li raya giştî hat kirin ku ew hêvîdarin ku çalakiyên parêzvanan bibin bingeha şiyarbûna raya giştî ya Îran û Kurdistanê ya li hemberî siyasetmedarên li Kurdistanê. 

Di berdewamiya nameyê de jî ev tişt hatin gotin: “Hikûmetên navendî yên dîroka Îranê ji destpêka şoreşa rewabûna Îranê (îhtimal hebû ku encama sîstemek demokratîk derkeve), li dijî kesayetên nerazî darvekirin weke amûrekê tunekirinê bi kar anî. Heya van demên dawiyê jî darvekirina kurdekî ji bo gelê Îranê bûyereke asayî bû. Ji ber ku Kurd timî ji aliyê dezgehên propagandayê yên hikûmeta Îranê ve, kurd weke kesên serbixwe û tundîxwaz tên nîşandan.”

Daxwaza lêkolînê kirin

Mûradî û Penahî dan zanîn ku ew weke girtiyên siyasî yên kurd, ne tenê ji bo Kurdistanê her wiha ji bo Îraneke demokratîk jî têdikoşin û wiha wiha bi dawî kir: “Em bang li parêzvanên mafê mirov dikin, li ser vî cezayê ne mirovane lêkolîn bikin, ji bo hikûmet nekare bi pişt dayîna dezgahên propagandaya xwe vê siyasetê berdewam bike."

Mûradî û Penahî kî ne?

Girtiyê siyasî yê kurd Zanyar Muradî ji Merîwan a rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 2009’ê de hatiye girtin û di sala 2011’ê de jî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Zanyar niha li Girtîgeha Recayî ya Kerecê tê girtin. Ramîn Hisên Penahî jî di havîna 2017’an de bi awayeke birîndarî kete destê hêzên rejîma Îranê û cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn. Bi mehan li girtîgeha Îtlaatê hate îşkencekirin. Niha li girtîgeha navendî ya Sinê dimîne. AMED

Albuma Nûçeyê