POLÎTÎKA

Ji Îmraliyê re ‘Na’, ji PYD-HDP-PJAK’ê re ‘Erê’ - Salîh Cûma Pîr

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Salîh Cûma Pîr

Biryara DYA’yê ya der barê 3 rêveberên PKK’ê de; versiyona polîtîkayên nû ya DYA û Ewropayê ya ku dibêjin ji Apo re ‘Na’ ji PKK’ê re ‘Erê’ ye. Ev nêzîkatiya niha ji Apo û PKK’ê re ‘Na’ lê ji PYD, HDP û PJAK’a ku li ser bingeha têkoşîna wan derketine holê re bûye ‘Erê’. Bala xwe bindinê PYD, HDP û PJAK tên pejirandin lê Tevgera ku bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye jî nayê pejirandin. Komploya Navdewletî û kospeta niha bi vî awayî tê birêvebirin. Di nav vê konseptê de DYA û Ewropa jî hene. Helwesta YNK û KDP’ê jî dide xuyakirin ku ew jî perçeyên vê konseptê ne. Ango nêzîkatiyek wiha ye ku dixwazin destkeftiyên bi têkoşîna PKK’ê derketine holê bi dest bixin. Ger em bi van hûrgiliyan nizanibin jî çaroveya komploya navdewletî ya giştî bi vî rengî ye.

Rayedarên DYA’ê li gelek cihan dibêjin ku ew ê bandora PKK’ê ya li Rojava û Sûriyeyê bişikînin. Û xuya dibe ku vê bandorê gav bi gav li Bakur, Rojava û Rojhilat jî dixwaze têxe pratîkê. Geşedanên siayasî yên dawîn vê rewşê nîşan didin. Wisa xuya dibe ku DYA li Sûriyeyê metirsiya tirk wek darê zorê bi kar tîne. Çavgirtina li êrîşên dewleta tirk ên destpêkê û piştre avêtina dewriyeyan û anîna rojevê ya avakirina nuqteyên çavdêriyê vê rastiyê radixe ber çavan. Nêzîkatiyên DYA’ê yên dawîn ên li Sûriye û Rojhilata Navîn bi êrîşên li hemberî dînamîkên demokarasiyê xwe didin der. DYA di heman demê de hevkariyê bi hêzên dijminê demokrasiyê yên mîna Tirkiyeyê re hevkariya dike. Ev polîtîka tenê bi Rojava û Sûriyeyê sînordar jî nîne. Li bakurê Kurdistanê jî hewldanên bi vî rengî hene. Dixwazin bidin nîşandan wek ku Îmaralî û PKK ya ku herî zêde ji bo pêşketina demokrasiya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê têdikoşin, demokrasiyê naxwazin. Ev hêzên ku nikarin bi ser polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê de herin, dixwazin hêzên kurd ên azadîxwaz ên li Bakur û Rojava bêçalak bikin û li ser vê bingehê armanc dike ku Tirkiyeyê jî ji bo polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn bi kar bîne. Dixwaze vê jî bi fedakirina kurdan pêk bîne.    

Dînamîka herî bihêz a demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn, bi feraseta neteweya demokratîk û paradîgmaya azadiya jinê û civaka ekolojîk û demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye afirandin. Gelê kurd di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de rola pêşeng dilîze. Hêza ku diguherîne û vediguherîne jî kurd in. DYA vê hêzê li Rojhilata Navîn ne ji bo demokratîkkirinê, dixwaze ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ji ber vê yekê jî ji Îmralî û PKK’ê re dibêje na lê ji hêza civakî û siyasî ya ku afirandî re dibêje erê. Bi vê re jî dixwazin li ser PKK’ê komployeke nû pêk bînin. Divê tu kes saf nebe û divê van rastiyan bibîne. Divê firsetê nedin tu kesî ku ev destkeftî û hêza ku di encama berdêlên giran de hatine bidestxistin, bi awayekî bêserûber bên talankirin. Ji ber ku êrîşeke wiha ya li dijî PKK’ê, li dijî hemû kurdan e.

Bêbandorkirina Tevgerê ya li Başûr jî divê weke perçeyekî vê planê bê dîtin. YNK çiqas di ferqa vê planê de ye nayê zanîn lê qedexeya li ser Tevgerê di xizmeta vê komployê de ye. Ger ku ev plan bi ser keve, ya ku herî zêde dê zirarê bibîne jî dê YNK be. Ger ku YNK bi dûrbînane û berfireh li mijarê binihêre, dê bibîne ku di dawiya vê planê de ya ku dê zirarê bibîne, ew bi xwe be. PKK bi hêz û tecrûbeya xwe ya 45 salan, dê van astengiyan careke din derbas bike. Weke hêzeke berxwedêr, dê van êrîşan teqez berteref bike. Li dijî vê konseptê dê bêteredût têbikoşe. Dê derfet ji hewldanên hin derdorên ku dixwazin têkoşîna gelê kurd û Tevgera Azadiyê sist bikin re neyê dayîn. Tu xêr di plana DYA’yê ya ji bo kurdan de nîne. Di sala 1999’an de hin xafîl û xayînên ku di gotin, ‘piştî derbaskirina astengiya Rêber Apo dê pirsgirêka kurd çareser bibe’ hebûn. Niha jî kesên wiha derketine. Ev polîtîka, bi temamî ji bo xapandina gelê kurd tên meşandin. Hem kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û hem jî siyasetmedarên kurd ji van polîtîkayan êdî haydar in. Ne PYD, ne PJAK û ne jî HDP êdî nayên van lîstikan. Berevajî vê, dê li çavkanî û dînamîkên ku jê hêz digirin bêhtir xwedî derkevin û têkoşîna jiyana demokratîk pêş bixin. Kurd êdî xwedî zanebûneke wisa ne ku bi gotin û lîstikên ‘Mihemede Kurd here nobetê’ naxapin.

Qedexeya YNK’ê ya li ser Tevgerê û êrîşên wê yên li dijî komeleyên jinan, di esasê xwe de berdewamiya êrîşên li dijî HDP’ê yên li Bakur in. Ji ber ku dewleta tirk vê yekê dixwaze. Tayyîp Erdogan her roj di got; ‘li ku derê bin em ê êrîşî wan bikin.’ Yên ku êrîşî DBP û HDP’ê dikin bêguman dê êrîşî PYD, PJAK û Tevgerê jî bike û li dijî wan dijminatiyê bikin. Herî dawî gotina konsolosê tirk ê Hewlêrê ku ji bo Tevgerê di got ‘terorîst e’, vê rastiyê radixe berçavan. YNK’ê di bereya xwe ve, xizmeta polîtîkaya krîmînalîzekirina hêzên kurd ên demokratîk a dewleta tirk kiriye. Di vê çarçoveyê de jî divê YNK dev ji nêzikatiya xwe ya êrîşkar a li dijî Tevger, tevgera jinê û saziyên din ên demokratîk berde. Mirov ji ku dera zirarê vegere, kar e.

Albuma Nûçeyê