JIN

Ji HADEP’ê heta HDP’ê têkoşîna 28 salan

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Yek ji namzeda HDP’ê ya Muglayê Sebahat Firat diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî û azadî bi têkoşîna Kurd û jinan dikare pêk bê. Têkoşîna Sebahatê ya 28 salan ji HADEP’ê heta HDP’ê dirêj dibe û bang li jinan kir ku ji bo azad bibin divê HDP’ê tercîh bikin.

Li Muglayê ji 7 namzedên HDP’ê 4 ji wan jin in. Sebahat Firat di rêza 6’emîn de cih digire. Sebahatê, diyar dike ku ew wek jinek tirk e ji bo azadbûna gelên Tirkiyeyê, ji bo mafên Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi HDP’ê re ye.

Sebahat di salên lîseyê de bi hevkariya Malêngel têkoşîn nas kir û di ÎHD’a Enqereyê de li dijî binpêkirina mafan têkoşiya. Sebahat ku di 1999’an de di xebatên efûyê yên giştî de cih girt, di HADEP’ê de siyaset kir. Li Polatliyê serokatiya HDP’ê kir û 28 sal e li Mîlasê ye. Sebahat ku du zarokên wê hene kedkara malê ye.

‘Demokrasî bi Kurdan dibe

Sebahatê bi lêv kir ku demokrasî dikare bi têkoşîna kurd û azadiyê bê û bal kişand ser derûniya ku şerê bi salan e didome afirandiye. Sebahatê daxuyakirin ku hem dayikên leşkeran hem jî dayikên kurd êşê dikşînin û HDP di vê mijarê de dikare çareseriyê pêk bîne.

Partiya jinê ye HDP

Sebahatê destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê tenê di HDP’ê de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak li Muglayê di tu partiyê de di rêza yekem de namzedên jin tune ne. Piranî ji rêza çaremîn dest pê dikin. Lê di ya me de di destpêka rêzê de du jin hene. Ev jî tê wateya ku jin nebin kirdeya têkoşîna azadiyê jî nabe, ji ber ku jin nîvê civakê ava dikin. Divê piraniya mêran a li meclîsê bê kişandin û jin zêdetir biçin meclisê. Ya ku vê pêk bîne jî HDP ye. Her wiha divê li Muglayê meclisên jinan bên avakirin. Ji bo jin azad bibin divê HDP’ê tercîh bikin.” MUGLA

Albuma Nûçeyê