NÛÇE

Ji Efrînê heta Tarsûsê li her navendekê hatiye îşkencekirin!

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Welatiya bi navê Ziynet Saglam di êrîşa li dijî Efrînê de bi birîndarî hate girtin. Di serî de li Efrînê, piştre jî li Ezaz û Dîlokê bi hovane hate îşkencekirin. Piştî Efrînê jî careke din derbasî Ezazê tê kirin û tê îşkencekirin. Hêzên dewletê li Kîlîsê dixwazin van sûcên şer bixin stûyê PKK’ê û Saglma digirin. Herî dawî jî li girtîgeha Tarsusê rastî lêgerîna tazî tê

Ziynet Saglam ku bi tewanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û niha di Girtîgeha Jina ya Tarsûsê di hucreya yekkesî de ye, ji ber ku îdareya girtîgehê daxwaza wê ya çûyîna cem hevalên wê yên ji heman dosyeyê hatine girtin qebûl nekir, ev 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. Saglam bi rêya parêzerên xwe destnîşan kir ku ger daxwaza wê neyê qebûlkirin, dê çalakiya xwe bidomîne. Saglam bi rêy parêzerên xwe tiştên ku li Efrînê û Tirkiyeyê hatine serê wê û dîtiye bi raya giştî re parve kir.

Saglam da zanîn ku di dema êrîşa li hemberî Efrînê de ew li Cinderesê bû lê belê endamên MÎT'ê û çeteyên OSO’yê bi îdiaya ‘sûcê şer’ ew tewanbar kirine. Saglam diyar kir ku di dema êrîşê de mal û kargeh hatine bombekirin û ev agahiye parve kirin: “Bi navê ‘xenîmeta şer’ mal û dikan hatine talankirin û bi vê re bûyerên taciz û tecawîzê jî rû dan. Bi dehan jin, zarok û extiyar hatin kuştin û bi hezaran efrînî jî neçarî koçberiyê kirin. Hemû cîhan a kul i hemberî vî sûcê şer bêdeng man, hevkarên vî sûcê şer in.”

Bi darê zorê kincên YPJ’ê lê kirin

Di berdewamê de jî Saglam destnîşan kir ku di 10'ê adara 2018'an de li gundekî Cinderesê mala ku tê de bû hatiye bombebarankirin û wiha domand: “Di encamê de bav û keça xwe mirin. Ez jî birîndar bûm. Ez heta demekê jî di nava kavilên avahî de mam. Dema ez ji nava kavilan derketim jî çeteyên OSO’yê û leşkerên dewleta tirk ez girtim. Ez li wir tazî kirim û kincên YPJ’ê li min kirin. Ez tacîz kirim û gef li min xwarin. Bi vî awayî jî wêneyên min kişandin. Leşkerên tirk ji bo ku raya giştî bi xapînin, xwarinên cur bi cur danîn ser maseyê û bi darê zorê qedeh xistin destê min û wêne kişandin. Leşkerên ku di dest wan de kêr û çek hebûn digotin 'tekbîr' û dikşandin. Piştre jî ez xistim odeyekê û dest û pê û çavên min girêdan. Di êvara heman rojê de jî bi jop, xirtûm û bi qabloyan ez îşkence kirim.”

Ji ber îşkenceyê li ser hişê xwe çû

Girtî Ziynet Saglam daxuyand ku ji ber îşkenceya giran gelek caran bi ser hişê xwe çûye û wiha pê de çû: “Ev kes bi kêrên di dest xwe de tim hewl didan ku qirika min jê bikin. Her ku dihatim ser hişê xwe digotin 'em ê qirika te jê bikin.' Piştre jî ez birim serşokê. Li wir kincên min ên qetiyayî derxistin û xwestin ez pêcameyî li xwe bikim. Piştre jî ez birim mizgeftê. Dirûşmên ‘tekbîrê’ berz kirin û xwestin qirika min jê bikin. Ji ber ku bi rojan bû min av venexwaribû, min av xwest. Kêr li ser qirika min dibirin û di anîn. Piştî demekê hin kesan gazî wan kir û ez xistim wesayîtekê û birin Ezaz ê.”

Di berdewamê de jî Saglam got ku heta ku gihaştin Ezazê jî di rê de hatiye îşkencekirin û ev tişt anîn ziman: “Li Ezazê ez xistim hucreyeke ku ji 5 jinên efrînî pêk dihat. Ev kes bi hovane hatibûn îşkencekirin. Kesekê ku li wir weke endamê dihat pênasekirin û peywirdar bû, bi fermana wî em hatin îşkencekirin û gefa tecawîzê li me xwarin. Li van navendên îşkenceyê yên MÎT’ê, bi îşkenceyê em nîşanî kesên din didan ku me teşhîr bikin.”

Xistin odeyeke bi sînger

Saglam da zanîn ku piştî mehekê ku her roj rastî îşkenceyê hatiye, dest û lingên wê hatine girêdan û telîsek xisine serê wê û birine Dîlokê. Saglam bi lêv kir ku dema ku anîn Dîlokê, demeke dirêj bi awayeke tazî hatiye sekinandin û ev agahiye dan: “Piştre jî endamên MÎT’ê kincekî reş li min kirin û ez xistim odeyeke bi sînger ku li her derê wê qabloyên ceryanê hebûn.  Ji ber ku her derên min bi birîn bûn û bin lingên min teqiya bûn, dema ez dixim ceryanê min ferq kir ku goştê min diqele.Ez li vir xistim asqiya Filîstînê, qefesê û hatim îşkencekirin.”

Careke din birin Ezazê

Hovîtiya hêzên dewletê tenê bi vê jî bi sînor nemaye. Di berdewamiya serpêhatiyê de jî Saglam destnîşan kir ku li Dîlokê 20 rojan hatiye îşkencekirin û wiha got: “Dîsa ez birim Ezazê. Em xistin koxuşeke ku cihê 5 kesan bû. Lê em 38 jin lê diman. Ev jin hemû hatibûn îşkencekirin, tacizkirin û tecawîzkirin. Ji ber îşkence û zilmê derûniya min xera bû. Di hucreyê de her saniye îşkence hebû.”

Xistin îşkenceyê bixin stûyê PKK’ê

Ziynet Saglam aşkera kir ku 2 meh û 20 rojan bênavber hatiye îşkencekirin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji ber ku pir qirêjî bûbûm, min pora xwe jê kir. Rojê carekê pir hindik xwarin didan me. 3 meh piştre jî ez birim Kîlîsê û şandin dozgeriyê. Xwestin li vir min weke endama PKK’ê nîşan bidin. Li dozgeriyê zexta derûnî hebû. Kamera anîn. Ji min re gotin bêje 'PKK'ê ez îşkence kirime.' Min qebûl nekir. MÎT'ê ku li Ezazê ez îşkence kirim got 'tiştên me li te kiriye, tiştên ku te dîtine divê ji kesî re nebêjî. Ger bibêjî em ê te bibin û bikujin.' Paşê ez şandim dadgehê û hatim girtin. 23 rojan di Girtîgeha Kilîsê de mam. Piştre jî sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê hatim kirin. Dema ez hatim girtîgeha Tarsûsê jî di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li min ferz kirin. Ji ber birînên di canê min de ez birim nexweşxaneyê û rapor amade kirin. Bi hinceta ku ‘birînên li ser canê te baş nebûn’ ez nexistim hucreya ku ji heman dosyayê hatine girtin.” EDENE

Albuma Nûçeyê