JIN

Ji dayikan banga hestiyariyê

Dem : 10 Tebax 2018 În

Li navçeya Bêşebaba Şirnexê li nêzî gundê Mezrayê di meha tîrmehê de teqînek pêk hatibû. Di encama vê teqînê de 4 ji wan jin 15 gundiyên ku ji teqînê berpirsiyar hatin dîtin, hatibûn binçavkirin. Kesên ku li gund di encama serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin 3 rojan di bin çavan de man. Ji 15 kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 4 ji wan ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya ‘piştgirîyê’ hatin girtin û şandin girtîgehê.

Leyla Bahadir bi keça xwe ya sal û nîv û Zehra Bahadir jî bi keça xwe ya 4 salî re şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Dayik û her du zarok ev mehek û nîv e di girtîgehê de ne.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin Delal Viyan a yek salî pirsgirêkên derûnî dijî û Saryaya 4 salî jî ji ber ku dilê wê qul e nikare li girtîgehê bimîne.

Bang li raya giştî kirin

Her du jinên ku li gel zarokên xwe di girtîgehê de ne û hîn îdianameya wan nehatiye amadekirin, banga hestiyariyê li raya giştî kirin û gotin ku ji ber zarokên wan ji şert û mercên girtîgehê bi bandor dibin bila wan tehliye bikin. ŞIRNEX

Albuma Nûçeyê