NÛÇE

Ji dadgeha Stenbolê biryareke sosret!

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan di asta herî jor de ye. Dadgehên li Tirkiyeyê bi biryarên sosret re li sûcên binpêkirinên mirovan, sûcên din zêdetir dikin. Niha jî li Stenbolê ciwanek bi hinceta ‘nîşaneya serkeftinê kiriye’ hate darizandin

Dadgehên dewleta tirk bi biryarên xwe yên sosret re mafên herî biçûk ên civakê jî binpê dikin. Yek ji van biryaran jî li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ye. Li gorî nûçeya di malpera Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi îmzeya Yasîn Kobulan, rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di 17’ê hezîranê de li Bazara Gel a Bakirkoyê mitînga hilbijartinê li dar xistibû û dozgeriyê ji bo 16 kesên ku di mitîngê de hatibûn binçavkirin re îdianame amade kir.

Îdianameya ku der barê 3 jê girtî 16 kesan hatiye amadekirin, ji aliyê 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Her 16 kes jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.

Nîşaneya serkeftinê weke ‘îşareta V’ pênase kir

Di îdianameyê de sûcdariyên sosret hebûn. Di îdianameya Gulistan Altin de dozgeriyê Altin bi nîşaneya îşareta serkeftinê sûcdar kir. Nîşaneya serkeftinê ya ku piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re kir, dozgeriyê weke ‘propagandaya rêxistinê’ dît û pênaseya ‘îşareta PKK’ê’ kir. Her wiha dozger îşareta serkeftinê wek tîpa ‘V’ jî rave kir û got ku ‘Altin îşareta PKK’ê’ nişan daye.

Mahsum Yolcu, Serdal Aksu û Serhat Dogan ên girtî jî di danişîna qebûlkirina îdianameyê de tehliye bûn. STENBOL

Albuma Nûçeyê