ÇAND Û HUNER

Ji çanda kurdên Serhedê berhemeke nû

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

NAVENDA NÛÇEYAN

Nîhat Oner ku bi salan e li herêma Serhedê karê berhavkariyê dike, piştî pirtûka xwe ya bi navê “Mîrza Mihemed” pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê “Dendo” derxist.

Nîhat Oner bi qasî 15 salan e li Serhedê gund bi gund digere û çîrok, metelok, biwêj û gotinên pêşiyan berhev dike û çanda kurdan a devkî ya dewlemend ji windabûnê rizgar dike. Oner cara yekemîn di sala 2016’an de pirtûka xwe ya çîrokên gelêrî ya bi navê “Mîrza Mihemed” gurzek çîrok ji herêma Serhedê di nav weşanên Avestayê da çap kiribû. Piştî ku Mîrza Mihemed çap bûbû, gelekî bala dilxwaz û dildarên çand û zimanê kurdî kişandibû.

Oner piştî du salan vê carê pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê Dendo ya ku ji çîrokên gelêrî yên gelê kurd pêk tê ji nav Weşanên Wardozê derxist. Dendo ya ku ji 15 çîrok û fablan pêk tê, bi devoka Serhedê ya resen hatiye nivîsandin. Di deşîfrekirina çîrokan de bi tu awayî mudaxaleyî zimanê çîrokbêjan nehatiye kirin. Ji xeynî devoka Serhedê, çend çîrok jî ji kurdên ji eşîra Celaliyan hatine berhevkirin û bi devoka Celaliyan a resen ve hatine nivîsandin. Ev cara yekem e ku devoka Celaliyan evqas zelal di nivîsê de tê bikaranîn. Devoka Celaliyan di nava devoka Serhedê de devokeke cuda ye û tenê celalî bi wê devokê diaxivin. Ev cara yekem e ku ev devoka di pirtûkê de evqas baş tê bikaranîn.

Nîhat Oner kî ye?

Nîhat Oner di sala 1985’an da li gundê Qazî yê Agiriyê ji dayik bûye. Niha li bajarê Agiriyê dijî û li ser çand û dîroka kurdan ya devkî xebatên berhevkariyê dike. Ji xeynî her du pirtûkên wî yên çapbûyî, gelek xebatên wî yên din, li ber destê wî ne û yê dor bi dor wan bide ber çapê. Hêjayî gotinê ye ku wî û hevalên xwe bi qasî panzdeh sal berê nexşeya Agiriyê ya bi kurdî amadekiribûn. Wer wisa heman salan de ferhengeke kurdî çap kiribûn û belaş li gelê Agiriyê belav kiribûn.

Albuma Nûçeyê