NÛÇE

Ji bo xwezaya Dêrsimê bibin dilopek av

Dem : 29 Îlon 2018 Şemî

Şeweta ku li çar aliyên daristanên Dêrsimê belav bûye, rayedarên hikûmet û dewletê ji bo vemirandinê tu tiştî nakin û li gel vê yekê jî dilxwazên dixwazin ku şewatê vemirînên jî asteng dikin. Şewata daristanan a bi rojane berdewam dike, heya heremên çolter ên taxên Meydanlar a navçeya Pilmûrê, Ahpanos a navçeya Pulur, Zargovît, Arekî û Geliyê Roj ên navenda Dêrsimê didomin. Di heman demê de operasyona leşkerî ya ku berî 3 rojan li navçeya Mazgêrdê dest pê kir, didome. Di encama operayonê de şewata li herêmên Geban û Kaleyê rû da, didome û belav dibe.

Her wiha Navenda Lêkolînên Dêrsimê (DAM), bi armanca şermezarkirina şewatên daristanên Dêrsimê, li avahiya navendî ya Beyogluya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Hunermend Ferhat Tunç di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku şewata li Dêrsimê encama polîtîkayên bi zanebûn in û wiha got: “Bi hinceta operasyon û ewlekariya taybet daristan tên şewitandin. Dema miftî li mala cemê ya amîrên mulkî li loqima Mûherremê belav dikir, herêmên herî pîroz ên Dêrsimê dişewitîn.”

Tunç bang li ronakbîr, hunermend, raya giştî û hawirdorparêzan kir ku li dijî şewatan bêdeng nemînin û ji bo xwezaya Dêrsimê bibin dilopek av. DÊRSIM - STENBOL

Albuma Nûçeyê