JIN

Ji bo Taşdemîr serî li DMME’yê dan

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Aktivîsta jin a kurd Gulîzar Taşdemîr di 4’ê tîrmehê de ji aliyê Norvecê ve teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Parêzerên Gulîzarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)da. Daxwaza îlticayê ya Taşdemîr a ku di 2015’an da li Norvecê kiribû, bi gotina ‘Tu ne siyasî yî, tu vegerî Tirkiyeyê jî tu talûke tuneye’ hat redkirin.

Taydemîr di 2’ê tîrmehê de ji Almanyayê anîn Norvecê û di 4’ê tîrmehê de jî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji bo Taşdemîr ku tê texmînkirin ku niha li TEM’a Stenbolê tê girtin, parêzerên wê bi hinceta ku ev helwesta Norvecê li dijî peymanên navneteweyî ye, serî li AÎHM’a Strasbourgê da.
Parêzeran ji Daîreya Koçberan daxwaz kir ku biryara derveyî sînor paş de bikişînin û destûra rûniştinê ya Taşdemîr bê dayin.

Her wiha Cepheya Jinan, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Tora Rêxistinên Jinên Kurd, Ciwanên Azad nameyek hevpar şandin Wezareta Karê Derve yê Norvecê. Di nameyê de helwesta Daîreya Koçberan hat rexnekirin û hat daxwazkirin ku Wezareta Karê Derve bi nivîskî nameyê bibersivîne. AMED

 

Albuma Nûçeyê