CÎHAN

Ji bo rizgakirina zarokan Musk pêşniyareke balkêş kir

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji damezirînerên fîrmaya SpaceX’ê Elon Musk ji bo 12 zarokên ku li Taylandê di şikeftekê de asê mane, pêşniyareke balkêş kir. Musk ji bo alîkariya xebatan ekîbek û tupên bataryayê şand û pêşniyar kir ku zarok bi rêya korîdoreke (tunel) naylon bên rizgarkirin

Ji damezirînerên fîrmaya SpaceX a ku hilberînerên amûrên fezayê yên Amerîkayê û rayedarê bilind ê hilberînên amûrên bi ceryan a Teslayê Elon Musk, ji bo rizgarkirina12 zarokên ku li Taylandê dema ku bi mamosteyê tîma xwe re di şikeftekê de asê man, pêşniyareke balkêş kir. Musk, diyar kir ku zarok dikarin bi tuneleke ji naylonê ku bi hewayê hatiye werimandin, ji şikeftê bên rizgarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 13’ê hezîranê de 12 zarokên lîstîkvanên futbolê dema ku bi mamosteyê xwe yê tîmê re ketibûn şikeftekê. Lê bi zêdebûna baranê re jî ava di hundirê şikeftê de zêde bûbû û zarok di şikeftê de asê mane. Heta demekê agahiya ji wan nehat sitendin. Di encama lêgerîna 10 rojan de hat hînbûn ku zarok di şikeftê de mane. Li ser vê yekê jî bi rêya binavgeran xwarin û vexwarin gihandibûn zarokan.

Rewşa hewayê xebatan asteng dike

Di heman demê de ji bo derxistina zarokan ji şikeftê jî serî li gelek rê û rêbazên cuda hat dayîn. Lê ji ber şert û mercên nebaş a avhewayî, tê gotin ku xebatên rizgarkirina zarokan herî kêm dê 3-4 rojan bidomin. Her wiha hat hînbûn ku zarokên di şikeftê de jî ji malbtên xwe re name şandine.

Musk jî alîkarî şand

Musk ji bo rizgarkirina zarokan, komeke rizgarkirinê û alîkariya bataryayan şandin. Di heman demê de ji bo bilezkirina xebatan jî pêşniyareke balkêş kir. Musk têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya twîtterê twîtek parve kir û ev pêşniyar kir: “Dibe ku hêjayî ceribandinê be. Dikarin tupeke naylon a bi qasî metreyekê bixin tora dehlîzê. Piştre jî dikarin weke şatoyeke werimî, biwerimînin. Bi vê yekê re jî dê dikarinbin di nava avê de tuneleke ji naylonê ku hewa tê de heye, çêbikin.”

Musk da zanîn ku ev pêşniyara wî dê li hemberî astengiyên li pêşiya xebatan jî bibe alternatîfeke çareseriyê.

Albuma Nûçeyê