POLÎTÎKA

Ji bo rakirina tecrîdê kampanya

Dem : 26 Avrêl 2018 Şemî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi projeyên xwe yên demokratîk ji hemû gelan bûye hêvî, ev bi salan e tu agahî jê nayê girtin. Dewleta tirk bi nehiştina çûyîna malbat û parêzerên wî tecrîda li ser Ocalan hîn girantir dike û bi vî awayî dixwaze gel ji fikrên wî bê par bimînin. Lê di serî de gelê kurd hemû gelên azadîxwaz li her derê lê ne ji bo azadiya Ocalan çalakiyan pêk tînin û bertekên xwe tînin ziman. Derveyî van çalakiyan li ser malperên civakî jî çalakiyên cûr bi cûr pêk tên.

Li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan, li ser medya civakî kampanya ya bi navê #TecritiKır (tecrîdê bişikîne) dest pê kir. Bikarhênerên medya civakî bi zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî, almanî, fransî û gelek zimanên din peyam li ser tecrîda giran weşandin û bal kişandin ser rola Ocalan a ji bo çareseriyê.

Her wiha Dayikên Aştiyê yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û gotin ku fikrên Ocalan kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Dayikan anî ziman ku fikrên Ocalan rêya wan ronî dike û ew jî ji bo azadiya wî çi ji destê wan bê bikin. AMED

Albuma Nûçeyê