JIN

Ji bo pêşerojê perwerde girîng e

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Piştî Şoreşa Rojava, li qada ku jinan herî zêde li hemberî wê têdikoşin, zewaca zarokan e. Rêxistinên jinan ên Rojava niha hemû bi hev re ji bo rawestandina zewaca zarokan û guhertina hişmendiya civakê xebatan didin meşandin. Der barê mijarê de semîner û perwerdeyê didin jinan û wan agahdar dikin. Heta rêxistinên jinan li dijî zewaca zarokan di 1’ê hezîranê de dest bi hemleyê kirin û di çarçoveya vê hemleyê de civîn, semîner û panelan li dar dixin.

Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk a Kantona Hesekê Albîn Ehmed axivî.

Ji bo hişmendî biguhere dixebitin

Ehmed anî ziman ku ji bo zewaca bi zarokatî, hişmendiya baviksalarî û feodal ji holê rabe wan dest bi xebatan kirine. Ehmed diyar kir ku ji bo siberoja zarokan û civakê tarî nebe ew hewl didin ku hişmendiya baviksalarî û feodaliyê biguherînin.

Divê jin beşdarî xebatan bibin

Ehmed destnîşan kir ku dema wan dest bi xebatên xwe kirine girîngiyeke mezin dane perwedekirina jinan û wiha domand: “Çimkî dema jin perwerde bibe civak jî perwede dibe. Jinên ku perwerde dibin dikarin xwe îfade bikin, xwe biparêzin, serî netewînin û civakê bi pêş bixin. Loma divê hemû jin beşdarî semîner, panel, civîn û perwerdeyê bibin û li dijî zewaca bi zarokatiyê derkevin.”

Her wiha Ehmed bal kişand ser rêxistinkirina jinan û wiha bi dawî kir: “Ji bo civakek bi exlaq û zana rêxistinkirina jinan girîng e. Jin xwe perwerde û birêxistin bikin dê pêşiyê li ber gelek pirsgirêkên civakî bigirin. Divê em hemû jin bibin yek, xwe birêxistin bikin û serî netewînin.” HESEKÊ

Albuma Nûçeyê