NÛÇE

Ji bo Penahî kampanya hat destpêkirin

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê ku bi zext û bidarvekirina hêzên mûxalîf tê naskirin, rojane siyasetmedar û kesayetên mûxalîf bidarve dike. Di vê çarçoveyê de jî di nava salekê de bi dehan girtiyên siyasî yên kurd bidarve kirin û cezayê bidarvekirinê jî li gelek siyasetmedarên kurd dibire.

Yek ji van girtiyên siyasî yê kurd jî Ramîn Hisên Penahî ye. Rejîmê ku demek berê biryara bidarvekirina Penahî dabû, li ser bertekên qada navneteweyî biryara xwe taloqî piştî cejna Remezanê kiribû. Li dijî vê biryarê jî bertekên gel zêde dibin.

Li dijî biryara rejîma Îranê li ser medyaya civakî bi hastaga #RahimHosseinpanahi #SosRahim kampanya hatin destpêkirin. Kampanya li rojhilatê Kurdistanê û çar aliyên cîhanê deng veda. Ji bo rawestandina darvekirina Penahî hem li Rojhilat û hem jî li gelek deverên cîhanê çalakî tên lidarxistin.

Ji bo Penahî çalakî li dar xistin

Di heman demê de ji bo betalkirina biryara bidarvekirina Penahî, li Koln a Almanyayê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de çalakvanan xwest ku biryara darvekirina Penahî bê rawestandin. Çalakvanan dirûşmên ‘Em bibin dengê penahî!’ û ‘Ji darvekirina Penahî re na!’ berz kirin. Her wiha pankartên li ser wan, “Ji bo girtiyên siyasî azadî’ û  ‘Em darvekirinê naxwazin’ hatin vekirin.

Çawa hatibû girtin?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberên girtîgeha Sineyê di 19’ê gulanê de ji malbata Penahî re ragihandibûn ku dê piştî cejnê Penahî bidarve bikin. Penahî endamê Komeleyê ye. Penahî û komeke hevalên xwe di 23’yê hezîrana 2017’an de dema ku li bejahiya bajarê Sinê bi hêzên leşkerên rejîma Îranê re ketin pevçûnê, Penahî bi birîndarî hate girtin. Piştî ku bi mehan rastî îşkenceyên giran hat, doza wî hat dîtin. Dozgeriya şerîatê ya Îranê jî bi tewanbariya ‘dijderketina li dijî Xwedê û endamtiya rêxistina çekdarî’ cezayê darvekirinê li Penahî birî.

Ji bo pêşîlêgirtina biryara bidarvekirina Penahî, brazaya Penahî ya bi navê Nîştiman Hisên Penahî jî xwe bi darve kir. Her wiha tevî ku li gelek deverên cîhanê bertekên mezin jî hatin nîşandan, rejîma Îranê di biryara bidarvekirina Penahî de tu pêngav paşve neavêtin.

Albuma Nûçeyê