CÎHAN

Ji bo lûtkeya dîrokî li Sîngapûrê ye

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ji bo lûtkeya ku dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re were ba hev, çû Sîngapûrê.

Hat ragihandin ku balafira Kim li balafirgeha Sîngapûrê li gel ewlakiriyên zêde daniye û wêneyê Kim Jong-un ê li gel wezîrê derve yê Sîngapûrê Vivian Balakrishnan di medyayê de hat belavkirin.

Hat zanîn ku Kim bi lîmuzîna xwe ji balafirgehê derketiye û derbasî otêla St. Regis ku berê Serokê Çînê Şi Cinping lê dima bûye.

Hevditina Trump û Kim 12ê hezîranê dest pê dike ku raya giştî ya navnetewî ji nêzîk ve dişopîne.

Di hevdîtina Trump-Kim de dê mijarên bêçekbûna nukleerî û ewlekariyê werin gotûbêjkirin. Her wiha tê pêşbînîkirin ku di lûtkeyê de, ji bo mayîndekirina agirbesta piştî şerê koreyê (1950-53) gav bên avêtin. PYONGYANG

Albuma Nûçeyê