ÇAND Û HUNER

Ji bo kurdî platform û kargeh tên avakirin

Dem : 10 Sermawez 2018 Şemî

Kadrî ESEN/AMED

Serokê PDK-B’ê Sertaç Bûcak têkildarî komxebata ji bo pêşxistina zimanê kurdî axivî û diyar kir ku dê di komxebatê de ji bo pêşxistina zimanê kurdî platform û kargeh ava bikin. Bûcak destnîşan kir ku bi rêya kargehan xebat ji bo ziman bên meşandin

Partiyên kurd yên mîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Însanî û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî li hev kiribûn, dê îro li Amedê bi dirûşma “Îro zimanê me yê dayikê, sibê neteweya me” komxebatek li dar bixin.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B) Sertaç Bûcak têkildarî komxebatê ji rojnameya me re axivî. Bûcak destpêkê qala destpêkirina xebatê kir û anî ziman ku pêşîn her pênc partiyên ku di nav raya giştî de wek partiyên kurdistanî tên nasîn hatine gel hev û ev tişt anî ziman: “Paşê jî ji bo xebatê me pêşniyar ji HDP, DBP, OSP û HAK-PAR’ê re bir. HDP, DBP û OSP’ê pêşniyara me qebûl kir lê HAK-PAR’ê pêşniyara me qebûl nekir û got ku xebatên xwe yên rêxistinî dimeşîne.”

Dibe ku bibe tevgerek mezin

Bûcak diyar kir ku piştî lihevkirina her 9 partiyan civîneke berfireh li dar xistine û biryara komxebatê dane û wiha axivî: “Pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka hemû partiyên kurd e. Dema zimanek nebe zimanê perwerdeyê di nav 200 salan de tune dibe. Niha ev metirsî li ser zimanê kurdî jî heye.” Bûcak piştî van agahî û nirxandinên xwe da zanîn ku di komxebatê de platforma zimanê kurdî û 3 kargeh ava bikin. Bûcak kargehên ku bên avakirin jî wiha bi rêz kir;

1- Kargeha pêşxistina zimanê kurdî

2- Kargeha rêxistinkirin û amadekirin nexşerêya daxwazên ji dewletê.

3- Kargeha dîplomasiya ku bi rêxistinên navneteweyî re bê kirin.

Bûcak anî ziman ku dê platform ji kesên bêalî bê avakirin û encamên ji komxebatê bên bidestxistin, dê ji aliyê platformê ve bên bicihanîn û wiha pe de çû: “Heke di pêşerojê de lihevkirina di nav partiyan de xera bibe jî dê platform bêyî ku xerabûna lihevkirina di nav partiyan de ji xwe re bike pirsgirêk teqez xebatên xwe bimeşîne. Heke xebat bên meşandin dibe ku platform di nav gelê kurd de bibe tevgereke mezin û veguheze saziyeke zimanê kurdî. Dê ji bo vê yekê hewldan bê dayîn.”

Serkeftin dê yekitiyê bîne

Bûcak destnîşan kir ku dê wek partî di komxebatê de pêşniyar bikin ku girêdayî platforma mezin dê li derveyî welat û li her bajarî jî platform bên avakirin û bi rêya van platforman xebatên berfirehtir bên meşandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Serkeftina xebata ji bo ziman dê bi xwe re nêzbûna siyaseta kurd jî bi xwe re bîne û baweriya ji bo vê yekê ya di nav gel de zêdetir bike. Her wiha serkeftina vê xebatê dê rêya ji bo yekitiya neteweyî jî veke û bingeheke xurt ava bike.”

Albuma Nûçeyê