NÛÇE

‘Ji bo ku em bi serfirazî vegerin Efrînê li ber xwe didin’

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Elî KEDRO / ŞEHBA - ANHA

Welatiyên efrînî yên ku li kampên Şehbayê dimînin da zanîn ku ji bilî rêveberiya xweser, tu rêxistinên navneteweyî alîkarî nedaye wan. Welatiyan got ku sedema mayîna wan a li nava kavilên wêran ew e ku bi serfirazî vegerin Efrînê

Welatiyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriyê dewleta tirk û çeteyên wê koçberî kantona Şehbayê bûn û niha li kampa dimînin, bi hatina demsala zivistanê re ketine rewşeke girantir. Welatiyan da zanîn piştî ku ji Efrînê koçber bûn û heta niha tu rêxistinên navneteweyî alîkarî nedaye wan. Welatiyan got ku ji bilî rêveberiya xweser, tu kesî alîkarî nedaye wan.

Bi hatina zivistanê re rêveberiya xweser sobe û mazot ji şêniyan re peyda kir û li wan belav kirin. Têkildarî mijarê endama Meclisa Kantona Efrînê Xatûn Ehmed axivî û tekez kir ku wan erka pêşkêşkirina alîkariyan li şêniyên Efrînê ku li kamp û gundên herêma Şehbayê dimînin, hilgirtiye ser xwe.

Astengiyên li hemberî alîkariyan

Xatûn Ehmet destnîşan kir ku tevî xebatên xizmetguzariyê, rêveberiya xweser alîkariyên cuda jî dide şêniyan û wiha dom kir: “Bi hatine zivistanê re me sobe û mazot dan şêniyan. Me para her malbatekê bermîlek mazot û sobeyek belav kir. Peydakirina mazotê bi rastî jî gelek zehmet bû. Ji ber ku herêm hatiye dorpêçkirin. Ev dorpêç li hemberî hewldanên me yên ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel de dibe asteng.”

Sedema mayîna xwe vegot

Welatiya bi navê Medîne Mihemed jî daxuyand ku divê tevahiya cîhanê bizanibe ku heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, ew dê berxwedana xwe berdewam bikin. Mihemed got ku tevî sir û seqema zivistanê jî, sedema mayîna wan a li kavilên malên wêrankirî ew e ku bi serfirazî vegerin Efrînê.

Bi ruhê Berxwedana Serdemê têdikoşin

Di heman mijarê de Hêvîn Birîm jî anî ziman ku ev nêzî 8 meh in li Efrînê derketine û wiha derbirî: “Bi ruhê Berxwedana Serdemê em li kantona Şehbayê li ber xwe didin. Di dirêjahiya dema ku em li vir in de tu rêxistinên mirovî alîkariya me nekirine. Tenê rêveberiya xweser alîkariyê dide me. Rêveberiyê ji me re kamp ava kirin, malên li herêmê restore kir, pêdiviyên jiyanê yên rojane bê pere ji me peyda kir û di van demên dawîn de bi hatine zivistanê re jî sobe û mazot ji şêniyan re peyda kirin."

Albuma Nûçeyê