CÎHAN

Ji bo Kirimê bertek nîşanî Tirkiyeyê dan

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got ku ew ‘ji aliyê Rûsyayê ve ilhaqa Kirimê` nas nakin û Ewropa bi ‘jibîkirina Kirimê’ tawanbar kir, Moskovê bertek nîşanî Çavuşoglu da. Alîkarê Serokê Komîteya Parastinê ya Dumayê ku beşê jêrîn ê Parlamentoya Rûsyayê ye, Yuriy Şvitkînî wiha got: “Ev gotinên Çavuşoglu em şaş û hêrs kirin.”

Şvitkînî diyar kir ku mirov dikare behsa bipêşdeçûna hevkariya di qadên leşkerî-teknîkî li gel Tirkiyeyê di van demên dawî de bike, îma kir ku dê nikaribin bibêjin ku di her mijarê de bi Enqereyê re baş li hev dikin û wiha axivî: “Di mijara Sûriyeyê de hîn jî hinek pirs hene ku dixwazin ji aliyê tirk bipirsin. Hûn dizanin serokkomarê tirk Erdogan carinan rexneyan li YE’yê digire. Li gel vê jî hûn dikarin dilxwaziyeke wiha li nik aliyê tirkî bibînin ku ber bi wan ve biçe.” Li gel van, Şvitkînî teqez kir ku daxuyaniyên wek van dê wan negihînin têkiliyên bi hevre ên avaker. MOSKOV

Albuma Nûçeyê