NÛÇE

‘Ji bo jiyaneke azad divê pergala tecrîdê bê şikandin’

Dem : 01 Tebax 2018 Çarşem

Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi tevlêbûna bi dehan welatiyan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de tecrîd hat şermezarkirin û bang li hemû gelan hat kirin ku ji bo rakirina tecrîda girankirî piştgiriyê bidin têkoşîna gelê kurd. Welatiyan da zanîn ku bi rakirina tecrîdê re dikare pêşî li kaosên li Rojhilata Navîn bê girtin

Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi tevlêbûna bi dehan welatiyan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Daxuyanî ji hêla endamê Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) Dilxas Yuksek ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Yuksel anî ziman ku Rojhilata Navîn di nava kaos û qeyranên siyasî û aborî de digevize. Yuksel got ku tekane rêya çareseriyê nexşerêya van pirsgirêkan, fikrên Ocalan in û wiha domand: “Di tevahiya dîroka ku bi destê xwînmijan hatiye nivîsandin de hewl hatiye dayîn ku jiyaneke azad û wekhev, bi edalet û girêdayî vîna mirovan neyê jiyîn. Enkîdûyên her demê li ser kar in û herdem jehra xwe ya mirinê berdane nav demarên mirovahiyê û her kes û tevgerên ku xwestine bibin alternatîf,  wan bi xiyanet, hîle û derewan tunekirine.”

Her ku têk diçin tecrîdê giran dikin

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her ku dewleta tirk li dijî têkoşîna gelê kurd têk diçe, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê girantir dike û ev tişt hatin parvekirin: “Gelê kurd ev 40 sal e tevî Rêbertî û tevgera xwe ya azadiyê, şerê man û nemanê dide. Li dijî hemû  êrîşên çar dewletên dagirker û hêzên global, bi her şêweyî li ber xwe dan û di her kêliyê de jî têkoşîna azadiyê bilind kir. Dewleta faşîst a ku li hemberî vê berxwedanê xwe ranagire, serî li rê û rêbazên cuda yên tunekirinê dide. Li hêlekê bi şev û roj êrîşî qadên Parastinê yên Medyayê dike û li hêla din jî tecrîda li ser Rêbertiyê giran dike.”

Banga têkoşîna hevpar li mirovahiyê kirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev 19 salin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girava Îmraliyê de ku di dîrokê de gelek pêşeng li wir hatine kuştin, berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û saziya CPT’yê bi erka xwe ranebûn û çav li vî sûcê mirovahiyê girtin. Em weke gelê penaberên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ku birêz Ocalan weke Rêber û îradeya xwe dibînin, bang li hemû gelên Kurdistan ,Rojhilata Navîn û aliyên demokrat û azadîxwaz dikin ku bi erka xwe ya mirovahiyê rabin û di têkoşîna gelê kurd de cih bigirin. Bi vê yekê re jî israra xwe ya di mirovahiyê de nîşan bidin. Ji bo jiyanek azad, hawirdorek azad, serdemek bê kaos, civakek exlaqî û polîtîk, ji bo azadiya jin û ciwanan û ji bo serkeftina mirovahiyê pêwîst e em pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo di hêla fîzîkî de azad bikin. Ji Mexmûrê hezar silav ji bo Îmraliyê.”

Daxuyanî bi dîrûşmên ‘Bimre dîkdatoriya xwînmij’, ‘Bimre hemû cure bê mafî, zilm û zoriyê’, ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’, ‘Bijî yekgirtina mirovahiyê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. MEXMÛR

Albuma Nûçeyê