NÛÇE

Ji bo îşkencekirina girtiyan yekîneya taybet hatiye avakirin

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Edeneyê bi rêya malbatên xwe ragihand ku li girtîgehê ji bo îşkencekirina girtiyan, komeke bi navê Yekîneya Taybet a Hêzên Amede hatiye avakirin. Malbatan da zanîn ku zarokên wan rastî îşkenceyên giran tên

Girtiyên Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Edeneyê Fîkret Kara û Hakan Încî bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku rastî lêdana 20 kesên Yekîneya Taybet a Hêzên Amade hatine. Têkildarî mijarê dayika Fîkret Kara ya bi navê Naîme Kara anî ziman ku girtî ewil rastî gefên gardiyanan û piştre jî rastî lêdana gardiyanan hatine.

Di berdewamê de jî dayik Naîme Kara diyar kir ku bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û kurê wê agahî daye wê ku rastî tundî û lêdana gardiyanan hatiye. Kara destnîşan kir ku tundiya derûnî êdî derbasî tundiya fizîkî bûye û wiha berdewam kir: “Di 4’ê cotmehê de komeke gardiyanan li ber qawişa kurê min û Hakan Încî kom bûn û ewil bi devkî gef xwarin û piştre jî derb kirin. Kurê min di salekê de 4  caran hate sirgûnkirin. Herî dawî jî ji bo cezakirinê, şandin girtîgeha Edeneyê. Di qawişa 2 kesan de 3 kes dimînin. Ewil pirtûk nedan, niha jî heqê sohbeta bi girtiyan re daxistine 3 saetan. Êdî silavdayîn jî li wan hatiye qedexekirin. Hakan Încî ji ber ku silav daye cîranên xwe, rastî ceza hatiye. Li girtigehê her dem pirsgirêk hene. Ceza di nav ceza de dide girtiyan. Gefên ‘em ê we li pey xwe kaş bikin û bibin’ li girtiyan dixwin.”

Ji 10 cihan ve hatiye derbkirin

Dayika Kara daxuyand ku piştî kurê wê Fîkret Kaya û Încî birin Hekimtiya Înfazê, li ber qawişê rastî lêdana gardiyanan hatine û wiha got: “Komeke gardiyanan li ser serê wan kom bûn û li wan xistin. Lînç kirin û wisa hiştin. Ne tenê niha, her tim rastî gefan û tundiya fizîkî tên. Li derve rastî tundiya hêzên çevîk tên û li girtîgehê jî rastî tundiya gardiyanên Hêzên Amade tên. Kurê min ji 10 cihên cuda derb xwariye. Hakan Încî jî ji stû û serê xwe derb xwariye û birîndar bûye. Kurê min berê jî rastî 2 sal cezayê hevdîtina vekirî hatin û 2 sal in min kurê xwe nedîtiye. Her dem mafê girtiyan tê binpêkirin. Ji ber ku ez wî nabînim pir bi fikar im. Pir bi hêrs im. Sibê dikarin bêjin 'serê xwe li dîwar xist û jiyana xwe ji dest da'. Ez pir bi fikar im.”

Der barê mijarê de dayika Hakan Încî ya bi navê Kader Încî jî destnîşan kir ku bi telefonê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û kurê wê diyar kiriye ku koma ji 20 gardiyanên taybet pêk dihat, bi copan êrîşî wan kiriye. ÎZMÎR - MA

Albuma Nûçeyê