NÛÇE

Ji bo îşkencekirina girtiyan du gardiyan peywirdar kirine!

Dem : 14 Sermawez 2018 Çarşem

Midûrê Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Jimar 2 ya Xarpêtê gef li girtiyan xwar û ji bo ku girtiyan îşkence bikin, du gardiyan peywirdar kirin. Li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê jî rêveberiya girtîgehê ji ber pênûs û lênûskê, cezayê hucreyê li girtiyan birîn

Binpêkirinên li girîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Jimar 2 ya Xarpêtê, midûrê girtîgehê ketiye odeyên girtiyan û gef li girtiyan xwariye. Her wiha hat zanîn ku midûrê girtîgehê ji bo ku îşkenceyê li girtiyan bikin, du gardiyan peywirdar kirine. Li Girtîgeha Duzceyê jî ji ber pênûs û lênûskê, cezayê hucreyê li gitiyan hat birîn.

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Jimar 2 ya Xarpêtê di hevdîtinên bi malbatan re têkildarî binpêkirinên li girtîgehê agahî da. Girtiyan da zanîn ku hema hema rojane bi awayekî kêfî cezayê disiplînê li wan tê birîn. Girtiyan ragihand ku midûrê girtîgehê yê bi navê Ercan ketiye odeyên wan û gef li wan xwariye. Girtiyan da zanîn ku midûrê girtîgehê gefa ‘Di vê demê de tu pir derdikevî pêş. Ji xwe di demeke nêz de tu dê bibînî ka dê çi bi serê te bê.’ Li girtiyê bi navê Ahmet Okan xwariye.

Banga hestiyariyê kirin

Her wiha girtiyan got ku bi taybetî jî gardiyanên bi navên Cîhan û Fatîh ji bo îşkencekirina girtiyan hatine peywirdarkirin û tiştên li kantînê jî bi 2-3 qat bihatir tên firotin. Girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Li Duzceyê ceza û îşkence

Li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê ku her tim bi îşkenceyan di rojevê de ye, niha jî ji ber pênûs û lênûskan 20 rojan cezayê hucreyê li girtiyên PKK’ê birî. Têkildarî mijarê girtiyê bi nvaê Abullatîf Teymûr di 13’ê mijdarê de bi rêya telefonê xwe gihand xwişka xwe Gulseren Yildirim û têkildarî mijarê agahî da.

Rêveberiya girtîgehê ji girtiyan heyfê hiltîne

Yildirim da zanîn ku ji roja destpêkê ya ku birayê wê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê hatiye kirin heta niha bi giştî 140 rojan cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Yildirim di berdewamê de jî ev agahî da: “Piştî ku birayê min û hevalên wî îşkenceya ku tê kirin ragihand, rêveberiya girtîgehê niha jî dixwaze heyfa xwe hilîne. Dest danîne ser name, pirtûk û alavên wan ên taybet. Ji bo lênûsk û pênûsan jî ceza li wan tê birîn. Xwarina wan pir xerab e û jimartina ser pêyan li girtiyan ferz dikin. Dema ku girtiyan xwestin bi Gerînendeyê Girtîgehê Kazim Kaya re bicivin, bi hinceta ‘ewlehiyê’ ev daxwaz hat redkirin. Ewlehiya canê birayê min û hevalên wî nîne. Ji bo ku dengê wan bidin bihîstin, em ê heta dawiyê têbikoşin.” XARPÊT- STENBOL

Albuma Nûçeyê