NÛÇE

Ji bo hevdîtina Ocalan a cejnê serlêdan hate kirin

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya her sê girtiyên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û parêzerên wî ji bo hevdîtinê serî lê dan. Her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê jî, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwîşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi heman awayî ji bo hevdîtinê serî lê dan.

Ji 11’ê îlona 2016’an heta niha ev cara 80’yemîn e ku malbat ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê didin. Parêzer jî ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha bi muwekîlê xwe Ocalan re nikarin hevdîtinê bikin. Serlêdana parêzeran a 762’yan bi hincetên ‘hewa ne xweş e’, ‘koster xerabe ye’, ‘koster di tamîrê de ye’ û ‘Rewşa Awarte heye’ hatibû redkirin. STENBOL

Albuma Nûçeyê