JIN

Ji bo hemû jinan televîzyoneke xweş

Dem : 30 Pûşper 2018 Şemî

Jin TV ku ji bo bibe dengê jinên cîhanê di 8’ê Adara 2018’an Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşana testê kir. Dê di 30’ê Hezîranê de anku îro derbasî weşana xwe ya nû bibe. Desteya Jin TV’yê der barê weşana xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hemû jinan kir ku li her qadên jiyanê bibin beşek ji televizyona xwe.


Desteyê diyar kir ku qenala wan ji Mezopotamya û Rojhilata Navîn heta her derê cihanê televîzyona hemû jinan e û wiha got: “Em dixwazin ev televîzyon hemû jinan, pirsgirêkên wan, çareseriyên wan, tekoşîna wan, kêfxweşiya wan, hêviyên wan, zimanê wan, bîne gel hev. Werin em bi hev re mijaran destnîşan bikin û di navbera xwe de niqaşan bikin. Em li benda pêşniyarên hemû jinan in. Em bi hevre bernamayan çêkin, dîmenan bikişînin, agahiyan ragihînin, rojevê destnîşan bikin û li ser ekranê bi hev bişêwirin. Televizyona me îro derbasî weşana xwe ya nû dibe. Ev hê destpêkek e! Yên dixwazin bernameyan çêbikin, yên ku fikrên wan yên nû hene, yên dixwazin bibin mevanê me û yên bixwazin alikariyê bidin, dikarin ji vê navnîşana me re binivîsînin: jintv2018@gmail.com û bi rêya Whats Up’ê xwe bikşînin û ji me re bişînin: 0049 178 39 68 413” AMED

Albuma Nûçeyê