POLÎTÎKA

Ji bo HDP’ê tengav bikin ceza erê kirin

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê der barê 89 siyasetmedarên kurd de biryar da. Dadgeha Amedê di çarçoveya "Doza sereke ya KCK'ê de li 139 siyasetmedaran ceza birîbû. Dageha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê der barê 89 siyasetmedarên ku namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî hene, ceza erê kir.

Dadgehê cezayê 18 sal ên ji bo Ercan Sezgîn, Şinasî Tûr, Ahmet Makas, Mazlum Takdag, Mukaîl Karakuş, Umît Aydin, Seda Akbaş Can, Alî Şîmşek, Necdet Atalay, Abdullah Demîrbaş, Olcay Kanlibaş, Tuncay Korkmaz, Tayîp Temel û Ercan Akyol hatibû erê kir.

Cezayê 9 sal ê ji aliyê dadgehê ve der barê Hasan Huseyîn Ebem, Abas Çelîk, Zulfîkar Karatekîn, Nadîr Bîngol, Ahmet Erdem, Cibrahîl Kurt, Yûrdsev Ozsokmenler, Mehmet Hatîp Dicle, Nîhayet Taşdemîrî Pinar Işik, Elîf Kaya, Yuksel Baran, Pelguzar Kaygisiz, Pero Dundar, Sara Aktaş, Zahîde Besî, Mûsa Farîsogûllari, Adîl Erkek, Mahmût Okkan û Bûrhan Karakoç de hatibû dayîn jî hate erêkirin.

Îtîrazan jî red kir

Heyeta dadgehê îtiraza  6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Demîr Çelîk, Mehmet Tarîh, Hasan Firat Uner, Hasan Îraz, Celal Yoldaş, Ahmet Ertak, Firat Anlı, Selîm Sadak, Huseyin Kalkan, Songul Erol Abdîl, Etem Şahîn, Emrullah Cîn, Fîkret Kaya, Aydin Bûdak, Leyla Guven, Gulcan Şîmşek, Nûran Atli Soyler, Abdûllah Akengîn, Şeyhmus Bayhan, Ahmet Zîrek, Engîn Kotay, Kerem Duruk, Esma Guler, Ozlem Yasak, Rojda Balkaş Akyuz, Mesut Çetîn, Ramazan Odemîş, Ramazan Deve, Muharrem Erbey, Tuncay Ok, Ahmet Îlhan ve Mustafa Dogru red kir.

Heyeta Dadehê biryara beratê ya Ebru Gunay, Sîracettîn Irmak, Servet Ozen, Bahrî Çeken, Hasan Înatçi, Rahmî Ozmen, Ahmet Cengîz, Huseyîn Bayrak, Haci Erdemîr, Heval Erdemlî, Îhsan Ûgûr, Sebahattîn Dînç, Selahattîn Elçî, Kazim Kûrt, Garîp Kandemîr, Zora Erdede, Zeynep Boga, Takîbe Tûrgay, Alaattîn Aktaş, Fethî Sûvarî, Mehmet Devîren, Nizamettîn Onar, Zeynel Mat, Atîlla Koca, Mehmet Nesîp Gultekîn, Aygul Arat, Resûl Erkaplan, Abdûlserdest Tan, Serdar Zîrek, Abdûllah Aflatûn, Abdûrrahîm Barandag, Abdûllahhalik Katar, Abdûlgafûr Şen, Ekrem Elbat, Gulîstan Dehşet ve Ahmet Turk erê kir.

6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê têkildarî Ferhan Turk ji ber delîlên pêwîst nehate dîtin hate xirab kirin. Dadgehê ji bo Zubeyde Zumrut 5 sal, Mehmet Guzel û Mehmet Akunger 4 sal 8 meh û  7 roj ceza dan. Dadgehê dîsa 6 sal 9 meh cezayê ji bo Abdûrrahîm Tanriverdî, Mûstafa , Osman Ocaklik, Nazim Çaglak û Turkî Guletekîn û ji bo Murat Tugrul 5 sal 7 meh 15 roj cezayê ku hatibû dayîn di cih de dît.

Dadgehê biryara beratê ya ji bo Veysel Yildirim û Adnan Bayram jî di cih de dît. Heyeta dadgehê 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê ji bo Ahmet Cengîz û Mehmet Hatîp Dîcle û cezayê bi pere 600 lîre biryara ji nûve were nirxandin da.

4 namzedên HDP’ê jî di nav de ne

Li aliyê din Pero Dundar, Leyla Guven, Tayîp Temel û Musa Farisogullarî namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê ne. AMED

Albuma Nûçeyê