NÛÇE

Ji bo Efrînê hemû gel herikin qadan

Dem : 26 Avrêl 2018 Şemî

Bi hezaran welatiyên herêma Firatê yên ji Girê Spî, Eyn Îsa, Sirrîn û Kobanê di çarçoveya çalakiya  ‘26’ê Gulanê Roja li Dijî Dagirkirina Efrînê’ li bajarê Kobanê kom bûn.  Di heman demê de li Minbic û gelek bajarên din ên bakurê Sûriyeyê û Sûriyeyê jî çalakî hatin lidarxistin.

Xwepeşandana herêma Firatê li qada Jinên Azad a Kobanê dest pê kir. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin û girse ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiya. Di meşê de pankartên li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatin vekirin û çalakvanan destnîşan kir ku dewleta tirk bi qetilkirina gel demografiya herêmê diguherîne. Di çalakiyê de tevî bi hezaran welatiyan, rêveberên saziyên civaka sivîl, rêveberiyên xweser, federaliya demokatîk û partiyên siyasî jî amade bûn.

Minbic jî li ser pêyan e

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê jî bi heman boneyê bi tevlêbûna bi sedan welatiyan, çalakî li dar xist. Çalakî li Çerxeriya Sebe Behrat dest pê kir û pankarta ‘Ji dizî û talankirina malên gelê Sûriyeyê re NA’ vekirin.  Çalakvanan di xwepêşendanê de bi dirûşman êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê şermezar kir. Di çalakiyê de li ser navê girseyê hevserokê Meclisa Rêveber a Meclisa Sivîl a Demorkatîk a Minbicê Nezîha Xelo daxuyaniyek xwend.

‘Dewleta tirk bû sedema mirin û koçberiyê’

Di daxuyaniyê de dagirkerî, êrîş, wêranî û koçberiya ku dewleta tirk û çeteyên wê bûne sedem hat bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Herî dawî jî dewleta tirk a dagirker, Efrîn dagir kir. Şêniyên wê hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin talankirin. Kesên bê guneh hatin qetilkirin. Niha jî gefê li Minbic û temamiya bakurê Sûriyeyê dixwin. Dewleta tirk çeteyên DAIŞ, El Nusrayê û hwd derbasî Sûriyeyê dike. Dewleta tirk dixwaze alozî bidome. Ji bo çareseriyê divê rêya danûstendinan bê tercîhkirin. Ev yek jî di serî de dewleta tirk, bi derxistina hêzên dagirker pêkan e. Bi vê yekê re gelên Sûriyeyê dikarin bi rêya danûstendinan pirsgirêkên xwe çareser bikin.” MINBIC - ANHA

Albuma Nûçeyê