NÛÇE

Ji bo dayika girtiya nexweş serî li CPT’ê didin

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Dayika Aştiyê Mevlûdê Başdaş ku di Girtîgeha Jinan a Şakranê de tê girtin tevî rapora ‘ji sedî 86 astengdare’ jî nayê berdan. Bi giranbûna rewşa wê ya tenduristiyê re jî malbata Başdaş got ku dê serî li CPT’ê bidin

Girtiya nexweş û Dayika Aştiyê Mevlûde Başdaş ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê tê girtin, tevî rapora xwe ya ‘ji sedî 86 astengdar e’ jî nayê berdan. Rewşa dayika Mevlûdeyê her ku diçe girantir dibe. Der barê rewşa dayika Mevlûdeyê de kurê wê Metîn Başdaş ji JINNEWS’ê re axivî û diyar kir ku herî dawî di roja înê ya hefteya borî de bi telefonê li gel dayika xwe axivî ye.

Metîn Başdaş anî ziman ku rewşa dayika wî nebaşe û dê ji ber vê yekê jî serî li CPT’ê bidin. Di berdewamê de Başdaş diyar kir ku gelek nexweşiyên dayika wî yên wekê dil, şekir, gurçik û tansiyonê hene û wiha domand: “Her wiha li girtîgehê jî bi nexweşiya astimê ketiye. Ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora ‘ji sedê 86 astengdare’ girt.”

Nexweşiya Başdaş giran bûye

Di berdewamê de jî Başdaş bi lêv kir tevî van pirsgirêkên cidî jî dayika wî nayê berdan û wiha got: “Em ji jiyana wê bi fikarin. Divê demildest bê berdan. Rêveberiya girtîgehê bi girtiyên nexweş re eleqeder nabe. Nexweşiya dayika min pêş ketiye. Kesek di rewşa wisa de ne pêkan e di girtîgehê de bimîne. Berê neqla gurçikan ji bo dayika min pêk hatibû. Ligel vê jî nexweşa şekir û tansiyonê ye.”

Tevî raporê jî nayê berdan

Metîn Başdaş daxuyand ku di meha gulanê de çûye hevdîtina dayika xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê gotin ku birine Saziya Tipa Edlî. Lê rapora wê di rojên borî de hat dayîn. Di raporê de jî tê gotin ku dikare di girtîgehê de bimîne. Doktorên raporê didin dizanin ku dayika min nikare li girtîgehê bimîne. Her wiha rapora wê ya ji sedî 86 astengdar e jî heye. Gelo ev nakokiya di navbera raporan de çi ye? Rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Em ê ji bo rewşa dayika min serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bidin.” AMED

Albuma Nûçeyê