JIN

Ji bo birêxistinkirinê navendek hat vekirin

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Meclisa Jinan a Dêrazorê ji bo birêxistinkirin û perwerdekirina jinan navenda Meclisa Jinan li navçeya El Bisêra ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê vekir. Di merasîma vekirina navendê de nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Mala Jin a Dêrazorê û bi dehan şêniyên amade bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, paşê hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla Hesen û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal axivîn. Di axaftinan de vekirina navendê hate pîrozkirin û hat gotin ku jin bingeha avakirina civakan e, lewra pêwîst e rola wê ya pêşengiya civakê were xurtkirin.

Navned ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi dirûşmean hate vekirin. DÊRAZOR

Albuma Nûçeyê